Bi ala Iraqê de mîztin

Miradê Torî

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û heyetek qerase serdana Belçîkayê kirin û qiyamet rakirin. Rayedar û lotikvanên dewleta Belçîkayê bi hella hella û def û zirne pêşwazîya Serok Barzanî kirin û dê weledê xwe avêt.

Serok Barzanî, dan û stendinên dîplomatîk kirin û rayedarên Belçîkayê bi ruh, mejî û fikra Kurdistanî helal kirin, ew anîn ser rêya îmana Kurdistanê.

Piştî hevdîtin û dan û stendinan, rayedarên Belçîkî bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwarin û gotin ku ewê „rêzê ji encama referandûma serxwebûna Kurdistanê re bigrin û Kurd çi biryarê bidin ewê li pişta Kurdan bin“.

Lê lotika herî xweş û lezîz çi bû hûn zanin?

Serok Barzanî û heyeta pêre tenê bi ala Belçîka û Kurdistanê hatin pêşwazîkirin.

Ala Iraqê tunebû.

Û çi bi ala Iraqê hat?

Belçîkîyan pê de mîzt û avêtin teneka zibil.

Û ev nîşan û alameta çi ye?

Helbet nîşana pêşeroja Kurdistanê ye, nîşana serxwebûna Kurdistanê ye.

Ê de li ser xêrê be, pîroz û bimbarek be rebbî!

Xwedê 72 horîyên germik û nermik bike qismetê Belçîkîyan û hûn sax..

Bruksel

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

About The Author