Wefa û wefadarî

Nûrî Çelîk

Em Kurd milletekî ecêb in. Belkî li ser rûyê erdê tu millet wek milletê Kurd ku ji hest û pîrozîyên xwe yên netewî dûr dikevin, tuneye. Helbet bandora bindestî, dagîrkirin û bêdewletbûnê di peydabûna van nexweşîyên bê derman de pir e. Em dinerin ev nexweşîyên ku wek vîrûsekê ketiye mejî û bedena Kurdan, ne tenê di nav Kurdên nezan û nexwende de, lê di mejî û bedena rewşenbîr, siyasetmedar, partî û dezgehên Kurdan de jî şax û per berdaye. Hevaltî, wefa û wefadarî, xwedîlêderketin û hezkirina netewî-millî ji Kurdan dûr ketiye û cihê xwe ji ezezî, hesûdî, zikreşî, fitne, dijberî û dijminatîyek vala re hiştiye.

Di çand û kevneşopîya Kurdan de wefa û wefadarî, xwedîlêderketin, piştgirî û alîkarîya civakî xalek bi serê xwe bû, pîrozîyek bû. Eşîr û malbatên Kurd, di rojên teng de xwedî li hev derdiketin û li ber bayê hev radibûn. Eşîrên ku dijminên hev bûn jî, di rojên tengasîyê de hevdu nediêşandin û di şîn û şahîyê de gelek caran li hev dihatin û her tişt ji bîr dikirin, ji bo xatirê demên berê be jî ji hev re wefadar bûn û wefadarî dikirin. Lê mixabin piştî salên 80î civaka Kurd serûbinê hev bû, ne çand û kevneşopîyên berê pê re man û ne jî wefadarî. Bi naskirin û paraztina îdeolojîyên biyanî û dûrî adet û toreyên civaka Kurd, brînên kûr di adet, tore û kevneşopîyên pîroz de vebûn û ev brînên bê derman heta îro jî serê Kurdan dixwe, wan ji hev tarûmar dike. Her çiqasî hinek adet û toreyên xwemalî, wefa û wefadarî di nav hinek eşîran de mabe û bên paraztin jî, mixabin piranîya Kurdên me, partî û sazîyên me nikarin xwe ji nav lep û pençeyên vê nexweşîyê azad bikin.

Dûrketina ji hestên netewî, ji bîrmendî û hişmendîya netewî, bêwefayî û cefa ne tenê di nav Kurdên welêt de, herweha di nav Kurdên Ewrûpa û seranserê cîhanê de jî rû daye û heye. Ev nexweşî genetîk e, malbatî ye, siyasî û ummetî ye, yan vîrûsek taybet ketiye canê Kurdan, nizanim. Lê ev vîrûsa malkambax ji vîrûsa Korona û vîrûsên din zêdetir Kurdan dikuje û wan tune dike. Ji Kurdan re vîrûsa herî mezin bêtifaqî ye, parçebûn e, asîmîlasyon û otoasîmîlasyon e, dûrketin û xwewindakirin e.

Her çiqasî di nav Kurdên welêt de wefa û wefadarî hindek mabe jî, li Ewrûpayê xuyaye ew jî nemaye. Kes, dost û hogirên ku bi salan di kozikekê de pişta xwe dabûn hev û di şert û mercên herî giran de şerê dagîrkeran dikirin, kesên ku wek bra bûn û gepek nan bêyî hev nedixwarin, ji ber nakokîyên şexsî yan siyasî bûne dijminên hev û hevdu bi tenê hiştine. Li şûna ku li welatên biyanîyê zêdetir xwedî li hev derkevin û kêmanî û şaşîtîyên derbasbûyî efû bikin, kîn û nefreta xwe li hember hev zêdetir dikin. Ne di nexweşîyekê de, ne di mirin û şînekê de ne serdana hev dikin, ne jî di xewa wan de ye. Ev helwesta kirêt û dûrî Kurdayetîyê bi taybet di nav Kurdên ku qaşo rewşenbîr in, siyasetmedar in û kesên ku pêşkêşîya rêxistin û partîyan dikin de zêdetir derdikeve pêş. Ev nexweşî ne tenê di nav kadir û rêvebirên rêxistin yan partîyekê de, lê di nav temamê rêxistin û partîyên Kurd de hebû û îro jî heye. Ji ber ku hema bêjin piranîya wan rêvebir û kadirên siyasî di dema xwe de li hemver hev kêmasî û xeletî kirine, ango gunehkar in, ji bo xeletîyên xwe veşêrin û hesab nedin hev, ji wefa û wefadarîyê dûr dikevin û xwe dûrî heval û rêhevalên xwe yên kevn digrin.

Gava em dîroka milletên din dixwînin û kar û xizmetên ku li derveyî welêt ji bo doza millet û welatê xwe kirine dibînin, bawer bikin meriv ji xwe jî, ji Kurdbûna xwe jî şerm û fedî dike. Rewşenbîr, siyasetmedar û pêşewayên xelkê li biyanîyê xelkê xwe daye ser hev, bi hizr û hişmendîyek netewî û hetta nîjadperestî xwe li hev pêçane da ku li biyanîyê winda nebin û ji qewmîyeta xwe dûr nekevin. Nakokîyên şexsî û rêxistinî danîne hêlekê, ji bo doza xwe dîplomasîyek xurt kirine, lobî çêkirine, dost qezenc kirine, di qada legal de gelek derfetên xebatê afirandine û xelkê xwe li dora wan derfetan civandine ser hev. Zarokên xwe bi zimanê xwe mezin û perwerde kirine, ew bi xwendin dane, di nav rêxistin û dezgehên dewletan de bi cîh kirina û bi vî haweyî xwe ji windabûn û tunebûnê rizgar kirine. Lê mixabin rewşa me Kurdan ne wilo ye.

Berê hevaltî û dostanîyek bê hesab û bê berjewendî hebû. Îdeal û armanca jiyanek xweş hebû. Di rojên teng û fireh de bawerî bi hev hebû, meriv bi hev re diçû mirinê. Wefa û wefadarî, feda û fedakarî hebû. Lê mixabin îro derhemek ji van nemaye. Li welatên biyanîyê ew mêr û mêrxasên ku xwe di ber hev de didan kujtin, wek sêwîyan bi tenê mane, bê dost û heval, xeyalşikestî û bê hêvî û armanc. Wefadarîya ku ji dost û hevalên xwe hêvî dikirin bi avê de çû û çûye. Ne tenê ew û em, zarokên me jî wek me per û perîşan, tarûmar û bê sermiyan mane. Zarokên me di nav lehîya asîmîlasyon û modernîteya welatên biyanî de dixeniqin û winda dibin. Malbat ji hev tarûmar bûn û dibin, têkilîyên civakî û Kurdewarî cîhê xwe ji tenêbûnê re hiştine. Partî û rêxistinên me ji alavbûn û hacetbûnê bûne şîva şevê. Xelk wan nexwin jî ew bi xwe serê hev û serê heval û alîgirên xwe dixwin. Ne karin li xwe û alîgirên xwe xwedî derkevin, ne jî li Kurdên din.

Bi kurt û Kurmancî heke ez bêjim; wefa û wefadarî îro bûye cefa û cefadarî. Heçê diçe ji kîsî xwe diçe û ne xema kesî ye. Gava di saxîyê de wefa û wefadarî, pirs û xwedîlêderketin tunebe, piştî mirinê wefadarî fêde nake, ew wefadarî dibe cefa, dibe ezab û wek brînekê di laşê meriv de dimîne.

About The Author