Malikî jina xwe ji xwe berda û got: Kurdistan nabe dewlet

Mihemed Soran

Yek ji wan sermezinên ku ji roja roj de dijminatîya Kurdan dikir û îro jî dike, sermezinê Nûrî Malikî ye. Wek hûn zanin, Malikî begefendî kurtêlxwirê Îranê ye. Sofîk û Melayên Tehranê çi bêjin, Malikî nabêje na û dibê „ehlen we sehlen“.

Axir…

Malikî begefendî, ji lotikvanên Sputnîkê re çend zîtirk avêtine Barzanî, pêşmerge û Kurdistanê û kef bi devê wî ketiye.

Çi gotiye efendîyê Ereb?

Gotiye: „Exûyî, jina min ji min berdayî be, di şerê li hember ÎŞÎDê de tu rola pêşmerge çênebûye allahwekîl. Heke ne ji alîkarîya Iraq, îran û Amerîkayê bûya, sedî sed wê Hewlêr teslîmî ÎŞÎDê bibûya“ filan û fîstan.

Sermezinê Malikî, lotikek din avêtiye bi kulekî û dîsa gotiye:  „Ez bi serê  sofîk û melayên Tehranê bikim, Mesûd Barzanî xeyalperest e. Heke referandûm çêbibe jî ewê nikaribin ji Iraqê veqetin. Kurdistan hem hiqûqî hem jî yasayî nikare bibe dewletek serbixwe. Kurdan di referandûma makzagonê de jixwe bi dengên xwe çarenûsa xwe kifş kirin û biryar dan ku Iraq bibe dewletek federal. Ji bo çarenûsa xwe mafê wan tuneye her roj referandûman çêkin babam. Ma referandûm lîztika zarokan e rojek erê yek na hûn referandûman çêkin oxlim! Bi şeş telaqên jinberdanê, heke referandûm çêbibe jî Kurdistan nikare ji Iraqê cuda bibe“ û pêde çûye.

Ê de ka emê binerin Nûrîko.

Heta piştî referandûmê xwedê kerîm û rehîm e.

Emê bibînin bê Barzanî xeyalperest e, yan na.

Emê bibînin bê Kurdistan ji Iraqê cuda dibe, yan na.

Emê bibînin bê Kurd şeş telaqên Erebên qûnreş dixin destên wan, yan na.

Ê de ma xwedê…..

 

Silêmanî

About The Author