Mamê Mihemed qûş li HDP qetand allahwekîl

Mamê me Mihemed Ocalan, ango brayê serokê Kurdên sererd û binerd başqan Ocalan, ji televizyona Kurdistan24 re çend lotikên ademî û maqûl avêtin, qûş li partîya HDP qetand û doxîn li girgirekên HDP sist kir.

Mamê me Mihemed, got ku kadroyên serkêş yên HDP nikarin û nikarîbûn xwe bi xelkê bidin qebûlkirin, bi kêrî pîvazek xerabe nayên û ne hêjayî wî meqamî ne. Mihemedê me got: „17 sal in em di rêveberîyên herêmî de desthilatdar bûn. Rast e, çend lotik û zîtirkên piçûk avêtin û hinek tişt kirin, lê çima me nikarîbû em xwe bi xelkê (bu millet) bidin qebûlkirin? Ma kesî ev hesab pirsî?“ û pê de çû.

Mamê me Mihemed Ocalan, da lotikan û dîsa got: „Çi dibêjin bela bêjin, ji vî ve. Belkî ji min re bibêjin provokator e. Ez ne provokator im. Bi allahwekîl, heta niha min ji tukesî tiştek nexwestiye û naxwazim. Ez wek Kurdekî dixwazim heta dawîya jiyana xwe bi dirustî bijîm. Mal û maldarî naxwazim, meqam û mewkî naxwazim. Bidin min jî qebûl nakim. Ji zarokên xwe re jî naxwazim. Lê ez vê dibêjim; heke ku tu kesên heq nekirine bikî wekîl, bikî şaredar, heke tu rêzê ji mirovên ku 20-30 salan ked dane tevgera Kurd û malbatên qehremanên bê nav re negirî, aha wê rewşa te jî ev rewş be û wê pozê te jî neşewite ha, oxlim“.

Mamê me Mihemed, dilê piranîya Kurdan xweş û geş kir, kela dilê wan hênik kir, da bin dûvê HDP û dîsa got: „ Kesên ku 30-40 salî ked dane tevgera Kurd ji çap xistin û avêtin kuçe û kolanan. Vîn û îradeya milletê Kurd ji meqam û mewkîhezan re hat pêşkêşkirin. Îradeya milletê Kurd radestî çend zigurdan kirine ku 2-3 salan siyaset kirine û hîna nikarin qûna xwe pakij bikin. Kurd van tiştan zanin û dibînin. Heke em guhertinek baş nekin û rêya rast nebînin, wê karê me zehmet be. Helbet xeletîyên dewletê jî hene û çêbûne. Lê ka te çi kir babam? Te çi da Kurdan? 4 salan te siyaset kir, tu bû xwedî meqam, te kesên ku 40 salan siyaset kirine avêtin kuçe û kolanan. Kê te anî wî meqamî babam? Ma ne mafê me ye em van tiştan bipirsin? Ne mafê me yê demokratîk e? Diçin li rojavayê Tirkîyê xanîyên vîlla dikirin. Madem hûn ji bo vê herêmê dixebitin, werin li herêma xwe vî gûyî bixwin babam. Werin nava xelkê xwe, bibin wek min“ û hefsarê kihêla xwe berda.

Mamê me Mihemed Ocalan, kela dilê me li HDP û keftarên ku li ser pişta Kurdên xwelîser diçêrin hênik kir û dîsa got: „ Em axayên qutikspî û qrawat sor naxwazin. Me li dijî axan û began tekoşîn da. Em axayên nû naxwazin babam. Niha rewş ev e, bela tukes li qisûrê nenere. Ev hemû rastî ne û rastîyên tehl in. Bela ji min re bêjin provokator, ji vî ve. Rastî tehl e. Heke ji bin xwe ne şil bin, bela bên em nîqaşê bikin. Ez bi qûna wan zanin, ez zanim bê çend mû bi qûna wan ve ne. Sibe dusibe gava meqam û mewkî ji destê wan derkeve, wê yek here Stenbolê, yek here Antalya, yek here Ewrûpayê“ û heta bi qurmik di li ser dilê HDP sekinand.

Werhasilî kelam, di dawîyê de mamê me Mihemed piştgirî da referandûma serxwebûna Kurdistanê, serxwebûna Kurdistanê wek mafekî rewa û xwezayî qebûl kir û bang li temamê Kurdan kir ku piştgirîya serxwebûna Kurdistanê bikin.

Îcar ka bêjin kezebno:

Ma mamê me Mihemed ne hêjayî serokatîyê ye?

Ma Mihemedê me ji wan çeqel û keftarên Tirkên nava HDP û ji wan çeqilmastên ku kirine serokên Kurdên xwelîser, ne hêjatir û Kurdtir e?

Ê de naxwe bijî serok Mihemed Ocalan!

 

About The Author