DEWLET BI QURBANA KURDAN BE!

Xalê Seydo li qehwexanê rûniştîbû, jê re telefon hat. Gotin ku “Kurê te û kurê cînarekî şer kirin, polês hat ew birin qereqolê.

Seydo bilez berê xwe da qereqolê, di dest de jî cixara wî kete hundir,

Komiserê qereqolê derket pêş Seydo jê re got: “ Te xêr e?

Seydo got: “Kurê min û yê cînarekî şer kirine, bibore ez bi lez û bez hatim. Bibore cixara min jî ma di dest min de.

Komiser got: “ Aciz nebe, tişt nabe, waye heval îfada wan digirin. Tu were em li oda min rûnên heta karê wan diqede.

Derbasî oda komiser bûn rûniştin. Komiser ji Xalê Seydo pirs kir:

  • Yekî Xiristiyan û yekî Misilman şer bikin tuyê alîyê kê bikî?
  • Ê weleh ezê alîyê ê Misilman bikim.
  • Çima?
  • Wey! Ezê çawa alîyê kê bikim, ma ez jî Misilmanim, helbet ezê alîyê ê Misilman bikim.
  • Temam, yekî Rûs û yekî Tirk li hev xin tê alîyê kîjanî bikî?
  • Ê weleh Tirk him cînarê me ye, him jî Misilman e, ezê alîyê ê Tirk bikim.
  • Wey tu her hebî xalo, ev dewlet bi qurbana te be. Heke hişê vê dewletê heba bi we Kurdan ewqas xirabî nedikir.

Her xwedî wijdan zane ku Kurdan tu carî bi cînarên xwe xirabî nekirine, her dem ew parastine. Lê dîsa jî wana kîn û zilma xwe li ser Kurdan domandine.

Xweda kerîm û rehîm e, Kurd bibin xwedî dewlet tu kesek nikare di ber sîya Kurdan re bêdestûr derbas bibe weselam…

 

About The Author