Zimanê dewlemend û bêxwedî

Sosin Bermal

Ziman nasname ye û her millet bi zimanê xwe tê naskirin, bi zimanê xwe hebûn û tunebûna xwe diparêze. Em Kurd wek her tiştî di mijara zimên de jî sersar in, xemsar in û girîngîyê nadin zimanê xwe. Ji ber vê yekê jî malbat û zarokên me zû asîmîle dibin û xwe winda dikin, yan dibin Tirk, Yan dibin Ereb û Faris.

Ez bahwer nakim di dinyayê de ji zimanê Kurdî dewlemendtir tu ziman hebin. Zimanê Kurdî hem bi devokên xwe, hem jî bi gotin û watedarîya xwe zimanekî pir dewlemend e. Her tiştek bi gelek navan tê binavkirin.

De binerin bê di Kurdî de çend navên hêlanê hene.

“ Hêlan, hêlanek, hêlkan, çincîlik, colanc, darxîç, deydik, zerzanîk, hêleke, çimçir, dolîdang, colane, dîlane, babûtan, leyle, leylan, hêzik, hêzinke, hêmaye, kilk, kilane“.

Ka ji vî zimanî dewlemendtir?

About The Author