Serokwezîra me jî ew pelûl xwar

Nanxurê Cilqetên

Kêf kêfa serokwezîra me a Danîmarka Mette Frederiksen e.
Wê îşev têra xwe bide lotikan û wê xwe binermijîne.

Serokwezîra me Mette Frederiksen talîya talî bi miradê xwe şa bû û zewicî. Bi xêr û selamet, heke şeva pêşî dilê wê nesekine û tiştek pê neyê, wê dîsa vegere ser karê xwe û wek serokwezîr dest bi lotikên siyasî bike.

Feqîra xwedê du caran karê xwe û lotikan kir, lê hingî Xaltîka Fatê nifir lê kiribûn, her carê jî bi miradê xwe şa nedibû û ji ber vîrûsa Korona û civînên welatê xwe, mecbûr dima go daweta xwe bide paş.

Lê niha ji ber go Xaltîka Fatê ji ber Korona û tirsa mirinê newêre ji mal derkeve û dîsan dest bi nifiran bike, serokwezîra me li bayê bezê daweta xwe lidarxist.

Îcar wê îşev çi lotik û motikan bide, wê çi tira ji hev berdin hesab li cem we.

Kopenhagen

About The Author