Ewrûpa ji wan diheside ha…

Zinar Qelemşûr

Kes nizane berê Tirkîyê li ku ye.

Navbera wê û Yekîtîya Ewrûpayê bûye kafir kerafî.

Û hetta navbera wê û xwedê jî bûye wek tirşika germ.

Navbera wê û tu welatan ne xweş e û tu kes ji Tirkîye û hikûmeta wê hez nake. Helbet ji Katarê pêve. Ew jî kes nizane wê kengî gora hev bikolin û pişta xwe bidin hev.

Berî niha bi çend rojan baranê bajarê Stenbolê dagîr kir û tir ji xelkê berda. Kuçe û kolan, trên û otobos di nav gola baranê de man, xelk şerpeze bû.

Kes nizane bê ji bo çi ewqas baran li Stenbolê barîya û mala xelkê xirab kir.

Lê hinek fitne û fesad dibêjin ku „bi allahwekîl, ji ber vir û derewên desthilatdarên dewleta Tirk, ji ber zilm û zora wan, bêhna xwedê teng bûye û xezeba xwe li ser bajarê Stenbolê barandiye“.

Hinek jî dibêjin ku „bi şeş telaqên jinberdanê, ji ber zinêkarî û tecawizên ku li jin û zarokan tên kirin, ji ber sextekarîyên ku Tirkên misilman li ser navê xwedê û pêxember li xelkê dikin, û ji ber zilm û zora ku dewleta Tirk li Kurdan dikin, xwedê xezeba xwe bi ser Stenbolê de barandiye“ filan û fîstan.

Û tew hinek jî dibêjin ku „Yekîtîya Ewrûpa, Amerîka û Îsraîlê Tirkîye çavînî kirine, nezara çavên wan li Tirkîyê ketiye û ji ber wê bajarê Stenbolê li ber lehîya baranê çûye“ û wekî din.

Ez serê we neêşînim kezebno, pêşketin û mezinbûna Tirkîyê û hikûmeta wê di van wêneyan de xweş xuya dibe.

De ji xwe re li van wêneyan binerin û ji xwe bipirsin:

Çima wê Ewrûpa ji Tirkîyê neheside û çavnebarîyan lê neke babo?

Stenbol

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

About The Author