Aha îcar malik li ÎŞÎDê viritî

Bavê Cengo

Aha îcar malik li zîtirkvanên ÎŞÎDê viritî û xwedê hem li vê dinyayê, hem li axretê ji wan stend allahwekîl.

Zinêkarên ÎŞÎDê ji kujtina bi destê jinan pir ditirsin. Ji ber gava bi destê jinekê bên kujtin, ewê neçin bihuştê û nebin mêrê 72 hûrîyên bihuştê.

Me ev fêhm kir.

Lê ku bi destê qûnek û qûndeyan bên kujtin çi dibe gelo?

Aha binerin bê çi pelûl bi serê zinêkarên ÎŞÎDê de rijiyaye.

Endam û alîgirên LGBT (civaka qûnek, qûnde, lezbîyen, bîseksuel, transseksuel) li Rojavayê Kurdistanê (Sûrîyê) komek ava kirin û bi hêzên Kurd re dest bi şerê ÎŞÎD û komên cîhadparêz kirin.

Navê vê yekîneya germik û nermik Quees Insurrection and Liberation Army (Artêşa Berxwedan û Rizgarîya Hemzayendan – TQÎLA).

Li gor fikra zinêkarên ÎŞÎDê cezayê hemzayendan (qûnek û qûndeyan) mirin e. Dadgehên şerîetê yên ÎŞÎDê berî niha axuyandibûn ku divê qûnek û qûnde bên kujtin û serjêkirin.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo û Kobanê be, dibêjin endamên LGBT di kêlîya dawîn de bi hawara hêzên Kurd ve gîhane û ne ji wan bûya wê ÎŞÎDê zora hêzên Kurd bibirana û şoreşa Rojava têk biçûya.

Ez serê we neêşînim, hêvî û azadîya Rojavayê Kurdistanê li ser milê qûnek û qûndeyan maye wesselam.

Dibêjin ne ji hêza yekîneyên LGBT be wê şoreş û berxwedan têk biçe û herêm têkeve destê ÎŞÎDê wesselam..

Ê de berxwedana qûnekan pîroz û bimbarek be rebbî.

Kilîlîlîlîlîlîlî!

Qamişlo

About The Author