Mamê me Elî Kerîmî li zirna Saddam xist

 Diyar Baban

Nivîskarê rojhilatê Kurdistanê Elî Kerîmî, ku li bajarê Silêmaniyê kêfa li ser kêfê dike û dijayetîya serxwebûna Kurdistanê dike, daxuyanîyek li ser wêneyê xwe û serokê xwe Seddam Husên belav kir û Saddamê zalim kir pêxember.

Elî Kerîmî,  di malpera xwe ya fesadbookê de da lotik û zîtirkan û got: ‘’Saddam digot Kurd li başûr nikarin rêveberîya xwe bikin, Kurd bi kêrî rêveberîyê nayên. Ez bi gora  serok Saddam kim, niha ez jî gihiştime wê bawerîya ku Saddam kerem kiriye“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Elî Kerîmko, bi serbilindî behsa wê dîroka ku bi Saddam Husên re kar kiriye dike û gotiye: „ Jina min ji min berdayî be, Kurdên başûr bi awayekî baş dan û standin bi serok Saddam re dananîn. Yan na, Saddam ne zilamekî dilreq (dilhişk, zalim) bû allahwekîl“ û fatîhayek li ser ruhê serokê xwe xwendiye.

Îcar ka bêjin qurban:

Kurdê ku pesnê dagîrkerê xwe bide, Kurdê ku zalimekî wek Saddam biparêze, wê çi xêra wî bigihê Kurd û Kurdistanê?

Wê çawa piştgirîya referandûma Kurdistanek serbixwe bike?

Wê çawa bibe Kurd û çawa mejî û ruhê Kurdayetîyê pê re çêbibe?

Aha Kurdên ku li dijî referandûmê û li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikevin, gişt wek Elî Kerîmî ne allahwekîl.

Mahabad

About The Author