Ji te re çi cîgerim?

Mistefa Kerkûkî

Hinek Kurd bûne wek doltajîyan. Hûn zanin, doltajî ne kûçik in, ne jî tajî ne. Wek qantir û hêştirê ne, bê esl û pesl in, melez in, ne safî ne. Li şûna ku li xwedîyê xwe û mala xwe xwedî derkevin, ji bo xelkê dibezin û pêlava xelkê dalêsin.

Serokê Grûpa Tevgera Goran Hoşyar Abdullah, ji NRT TV re çend lotik û zîtirkên Îrankî avêtin û dijminatîya Kurdistanek serbixwe kir.

Hoşyar Abdullah begefendî, ji NRT TV re got: „Ez bi serê Newşîrwan Mistefa û Alî Xameney bikim, divê em ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re bibin asteng. Ev referandûm pir xeter e, di wextekî xerab de tê lidarxistin. Divê em rê nedin ku ev referandûm bê çêkirin. Heke referandûm bê çêkirin, wê tu kes ji xelkê Kurdistanê nebêje „na“ û wê herkes piştgirîya Kurdistanek serbixwe bike. Referandûm doza şexsî û partî (PDK) ye. Dewleta Iraqê vê referandûmê qebûl nake, civaka navnetewî qebûl nake. Li ser tûyê erdê tu dewletê ev referabdûm qebûl nekiriye lo“ û daye zîtirkan.

Ê law kaka, ji te re çi?

Tu here sol û pêlavên sofîk û melayên Îranê boyax bike û bibiriqîne ezbenî.

Kurd referandûma xwe dikin û doza welatekî serbixwe dikin, ji te û tevgera te re çi?

Li gor ku tu Kurdistanek serbixwe naxwazî û tu ne Kurd î, serê xwe neêşîne wî.

Bela referandûm şexsî û ya partî û Barzanî be, guh medê.

Ji xwe dewleta we ya serbixwe heye, Îran û Iraqa we heye, hûn çima serê xwe bi Kurdan re û bi Kurdistanê re dêşînin baba?

Na na…

Hûn li kêfa xwe binerin canekem.

Ji xwe piştî referandûmê wê qûna reş û spî derkeve holê.

Ka civaka navnetewî piştgirîyê didin yan nadin, wê eşkere bibe lo…

Kerkûk

About The Author