Ma ev ne ehmeqî ye!

Çang Çîng Çong

Xwendevanê Amerîkî Otto Warmbîer, ji bo ku li dijî dewleta Koreya Başûr sûc kiriye, 15 al cezayê girtîxanê xwariye û niha di girtîxanê de tir û fisên Amerîkanî dike.

Çima 15 sal ceza xwariye hûn zanin?

Ji ber ku tabelayek (tabloyek) dizîye.

Wek hûn zanin, Amerîka û Koreya Başûr dijmin û neyarên hev in. Û ji ber ku Otto Warmbier Amerîkî ye, dizîya tabloyekê jê re kirine mahne û qebhetek mezin û 15 sal ceza dane rebeno.

Erê lo, îcar ev ne ehmeqî û kerîtî be, naxwe çi ye hûn bi qedrê xwedê kin?

Kuro oxlim, madem dilê te di dizîyê de hebû, tu biçûya Tirkîyê û te têra xwe dizî bikira hey bêaqil!

Li Tirkîyê dizî serbest e, tecawizkirin serbest e, gendelî û bertîl serbest e, tuyê di nava çend rojan de bibûya milyoner oxlim, ma Koreya Başûr bêaqilo!

Pekîn

About The Author