Hevalê min yê herî nêzîk

Dilbixwîn Dara

 

Hevalê herî nêzîk.
Dostê herî nêzîk.

Bi qasî birayê te, bi qasî ferdekî malbata te nêzîkî te ye.

Ew ji birayê te jî nêzîktir e.

Tu her tiştê xwe jêre dibêjî.

Hemû sirrên xwe jêre dibêjî.

Dema dikevî tengasiyekê berê xwe didî wî, dilê xwe jêre vedikî.

Li te guhdarî dike, bi destê te digire, tevlî êşa te dibe û çi ji dest wî yan jî wê were, ji bo te dike.

Tu li cem wî rihet dibî.

Êşa xwe ji bîr dikî, birîneke te hebe jî ji hemû doktoran zêdetir dikare wê birînê derman bike.

Dostê te yê herî nêzîk e.

Beşeke ji êşa te ye.

Beşeke ji derdê te ye.

Sirrê ji birayê xwe re nabêjî ji wî re dibêjî.

Bikevî, bi destê te digire, te radike, te li ser piyan disekinîne.

Te hew dît rojekê telefonek ji te re hat, kesê li ser telefonê, dengê wî dilerize, bi xemgînî ji te re dibêje:

“Te bihîst çi bû ye?!”

Wê tu şok bibî, demekê bêdeng bimînî:

“Xêre çi bû ye?”

Wê ji te re, bi awayekî matmayî bêje:

“Te nebihîstiye kî miriye?!”

“Kî miriye” wê tu hema bê hemdê xwe pirs bikî.

Û xebera mirina hevalê te yê herî nêzîk dide te.

Wê demê, çokên te sist dibin, dilê te xurt lêdide, gewriya te tê dagirtin, bi xeniqandinê dihesî, bêdeng dimînî, dixwazî tiştekî pirs bikî, lê gotin ji gewriya dernakevin, lal dibî, li gotinekê digerî, li navekî digerî, tiştek nayê bîra te, mêjiyê te êdî nikare tiştekî bike. Serê xwe radikî, nikarî ne çep ne jî rast bizîvirî, li pêşiya çavên te her tişt tarî dibe, bi korbûnê dihesî.

Hêdî hêdî çavên te şil dibin, dilopên germ ji çavan derdikvin û bi ser dêmên te de dixuşin, bi kefa destê xwe hêstiran paqij dikî.

Êdî hevalê te yê herî nêzîk miriye.

Bi mirina wî, ne her tişt be jî lê te gelek tişt wenda kirin.

Êdî wê tu sirrên xwe ji kê re bêjî?

Êdî wê tu biçî ji kê alîkariyê bixwazî?

Wê kî bi dest te bigire û te rake ser piyan, dema bikevî?

Wê kî di rojên herî nexweş de, li kêleka te be û te ji ser riya şaş bide aliyekî û te vegerîne ser riya rast.

Ew hevalê te yê herî nêzîk bû.

Tu jî ji bo hinekan hevalê herî nêzîkî.

Tu jî ji bo hinekan ew kesî ku bi destê hevalê xwe digirî û nahêlî bikeve.

Ez ji wê telefonê ditirsim, ku rojekê zengilê wê lêbide û xebera mirina hevalê min yê herî nêzîk bide min.

Avestakurd

About The Author

One thought on “Hevalê min yê herî nêzîk

  1. Bira dilbixwîn bi rengekî pir hêja nûçeyan pêşkeş dike, lê hinek pitên bi çûk hene, hez dikim ku rave we bikim, heger ew jî bi cih bibin, dê bira Dilbixwîn bibe bombeyek li hundir karî mêdiyayî de.

    – Pir caran peyv û wûteyên erebî bi kar tîne, loma jî car bi car em jê hilnagirin û jê fêr nakin çi dibêje.
    – em rind dizanin ew tev kenala Rûdaw kar dike, lê bi hêvî dikim ku ew hinek ber ve rastûnê bimeşe, û pir li pê gotinên rûdaw nekeve, û pê negire, ji ber pir kes heye ku dibêjin :
    (( Kenalê Rûdaw, êdî, dibe Rûderew … !!! ))

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.