Bajo mamo can!

Belê, hevserokê Kurdên sererd û binerd mamê me Cemîl Bayik, hevpeyvîbek qerase bi televizyona NRT re kir û da lotikan. Mamê me Cemîl Bayik, di hevpeyvîna lotikvanî de anî zimên ku “ Nakokîyên me yên bi YNK, Goran û partiyên Îslamî re ji yên bi PDKê re kêmtir in û em amade ne li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kom bibin“ filan û fîstan.

Êêê, çima dixwazin kom bibin?
cemil-cewher
Ji bo ku xwedêgiravî nakokîyên navbera partîyên Kurdî çareser bikin.

Û nakokî çi ne?

Serokatîya Herêma Kurdistanê, referandûm û serxwebûna Kurdistanê ye!

Yanî, dixwazin bi Mesûd Barzanî re kom bînin, wî ji helwesta referandûmê û ji daxwaza serxwebûna Kurdistanê paşde vegerînin û qaşo îmana wî taze bikin, wî bi ava sofîk û melayên Tehranê bişon.

Axir…

Mamê me Bayik dîsa gotiye: „Binerin cîgerim, gerîlayên HPGê derbasî Şengalê bûn û Kurdên êzîdî paraztin. Eger gerîla neçûna Şengalê niha wê pêşmerge jî li Şengalê nebûna“ filan û bêvan.

Wey şabaş mamo!

Yanî heke heft (7) gerîlayên PKK neçûna Şengalê, Kurdên êzîdî rizgar nedibûn û pêşmerge jî nikarîbûn û newêrîbûn li Şengalê bimînin.

Dîsa şabaş ji 7 gerîlayên we re!

Werhasil, mamê me Bayik di dawîyê de bi namûsa mêrê çê sûnd xwariye û gotiye: “ Kî dibêje derewan dike, bi allahwekîl û bi serê başqanê me, bi ti awayî PKK Qendîlê bernade û ji Qendîlê dernakeve“ û germ bûye.

Êêêêêêê, ma çima hûnê dev ji Qendîlê berdin mamo can, ma hûn naçin li çiyayên Karadenîzê, li çiyayê Toroslar meqer û kozikên xwe venadin, ma kes dixwaze ji xêr û bereketa Qendîlî bêpar bimîne. Wele ez bim ez jî naxwazim ji şikeftên Qendîlê derkevim ha..

Ez serê we neêşînim, mamê me Bayik dixwaze bi Mesûd Barzanî re bicive, pê re fincanek qehwe û îskalek çayê vexwe û nanokîyên navbera partîyên Kurdî çareser bike wesselam…

Haaaaa, di civînê de helbet wê goştê elokan jî bê xwarin ha, ma civîna ku Goran û YNK tê de beşdar bibin, bê xwarina goştê elokan dibe, bê xwarina goştê elokan nakokî çareser dibin!

Ê de ya bi xêr mamo can…

Hewlêr

About The Author