Mala xwedê ava, înşallah Kurd bibin zava

Lotikvanên PDK û YNK bi serokatîya kek Mesûd Barznî civîyan û çend lotikên ademî, xweş û germik û nermik avêtin. Di vê dema zîz û girîng de civîna wan û biryarên ku girtine helbet kêfa piranîya Kurdan anî û dilê wan hênik kir. Her çiqasî di nava YNK de hinek zîtirkvan û qûnalêsên sofîk û melayên Îranê hebin û li dijî serxwebûna Kurdistanê bin jî, lotika ku vê dawîyê avêtin lotikek pîroz bû û cîhê şanazîyê ye.

Polîtbîroyên Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di civîna hevbeş de ragihandin ku mafê Kurdistanê heye ala xwe li Kerkûkê bilind bike û bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê yasayî û destûrî ye.

Lotika yekem a ku wek şîr û şekir bû, ev lotik bû.

Lotika duyem jî ev bû ku herdu alî komîteyek hevbeş amade bikin, ew komîte amadekarîya pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê bike, çareserîyê ji pirsgirêkên navxweyî yên aborî û siyasî re bibîne û bê rawestan bide lotikan.

Wek hûn zanin, Kurd di demek zîz û girîng re derbas dibin. Ev dema zîz wek pira siratê zirav û dirêj e. Ji bo ku em Kurd di wê pira siratê re derbas bibin û jê de nekevin, tifaq û hevkarîya me pêwist û mecbûrî ye. Aha lotika ku PDK û YNK avêtin, ev lotika tifaq û hevkarîyê bû. Heke herdu alî vê tifaqa xwe xirab nekin û neyên lîztika sofîk û melayên Tehranê, wê xizmetek mezin ji Kurd û Kurdistanê re bikin û wê serxwebûna Kurdistanê jî nêzîk û ne dûr be.

Ez serê we neêşînim, yezdanê pak gotiye „Tifaq ez li ser rezaq“. Ango, bibin yek ez bi we re. Heke di nav milletekî de tifaqa netewî tunebe, wê serê wî milletî her û her di nav pelûl û tirşika dagîrkerên wî de be û ewê bi xwarina tirşika dagîrkerên xwe zikêşî û virikî bibin.

Tifaqa PDK û YNK li ser xêrê be, pîroz û bimbarek be. Rebbê alemê li bihuşta rengîn 72 horîyên germik û nermik bike nesîbê wan..

Aqûbet li PKK û Tevgera Goran be jî..

Yezdanê pak hiş û aqilekî netewî bide lotikvanên PKK û Tevgera Goran û wan ji rêya xelet vegerîne, wan bîne ser xeta Kurdistanî û wan ji bin merş û cilikên sofîk û melayên Îranê rizgar bike rebbî…

Înşallah di demek nêzîk de Kurdistan bibe bûk û Kurd jî zava wesselam..

Amîn…

Hewlêr

About The Author