Îja hîn nuh Holandiyan pê girt!

Hi ihi!

Îja hîn nuh holandiyan pê girtin!

Çêlekên wan li ber dengê Nîhat Dogan, êm dixwarin, şîr didan, ew şîr dibû penêr û bi wî penêrî debara xwe dikirin, rebenan.

Bi baweriya min, piştî vê biryara Nîhat dewleta Holandayê yê dest bi dîplomasiyeke berfireh bike, da ku Nîhat Dogan li wan were rehmê.

Me gotibû çi?

Me gotibû IQya tirkan di qûna mirîşkê de ye.

Lê IQya Nîhat Dogan di qûna çêlekê de ye.

Û wer xuya ye vîtamînên di nav rêxê de ji vîtamînên nav zelqê xurtir in ku Nîhat Dogan bi wê IQya xwe ya rêxgirtî qerfê xwe bi IQya tirkan dike û bi wê megalomantiya xwe xwe li ser serê wan kiriye, hunermend, rewşenbîr, pêşkêşvan, feylesof, rexnegir, hergûzan û bi vê hergûzayîna xwe pereyan qezenç dike, jiyaneke bi konfor dijî.

Û van nasnavên wî yên li jor min qal kirin jî, hemû ji wê îslamîstiya wî ya fahş tê.

About The Author