Ka ma çawa çêbû heval!

  • by Lotikxane
  • 7 Months ago
  • 0

Gerîllayê Bênav

Dibêjin bi tir û fisan tenûr germ nabe. Lê xuyaye heval û yoldaşlerên me ne tenê tenûran, şikeft û newalan jî bi tir û fisan germ dikin.

Ê başe, heta kengî bi vî rengî heval?

Birastî lo, ka we li ser çiyayên Şingalê balafir çêkiribû, we du pîlotên jin jî di “Akademîya Balafirxaneyên Çiyayê Şingalê” de perwerde kiribû, ka çi bi wan hat babam?

Law çavên me li rêya balafira we qerimîn, kor bûn, hitim bûn, ka ew balafira go we çêkiribû?

Yan hineka ji we dizî?

Yan zinêkarên DAÎŞê balafir teqandin?

Ka pîlotên me Leyla û Arjîn?

Ya starrrrrrr, ya star!

Law ma li ser çiyayên Şingalê, di wan şikestan de balafirên şer çawa tên çêkirin hawarê?

Ma di şikestên çiyayên Şingalê de pîlot çawa tên perwerdekirin ey xweda?

Yan ev lotik jî taktîk bû heval!

Çiyayê Bagokê

 

 

 

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: