Te go 5 milyon Kurd?

Firildeq Elî Rast e, li bajarê Stenbolê 5 milyon Kurd dijîn. Lê Kurdên çawa? Îawa Kurd in? Aha mesele di vir de ye. Hunermend û lotikvana Tirk Şevval Sam...

Firildeq Elî

Rast e, li bajarê Stenbolê 5 milyon Kurd dijîn.

Lê Kurdên çawa?

Îawa Kurd in?

Aha mesele di vir de ye.

Hunermend û lotikvana Tirk Şevval Sam xanim lotikek avêtiye û xwelîya heft gundan li serê Kurdên Stenbolê kiriye.

Çi gotiye xanima germik û nermik?

Gotiye:

” 5 mîlyon Kurd li Stenbolê dijîn û hîn jî tu deh tabelayên bi Kurdî nabînî. Lê piştî ku milyonek Ereb koçî Stenbolê kirin, nîvê Stenbolê ji tabelayên Erebî dagirtî ne” filan û fîstan.

Ma xanimê ne rast dibêje?

Bi şeş telaqên bê fitû rast e.

Lê ka ew Kurdên gunikreş li ku ne?

Erebên qûnreş netewperest in, mêr in, herin ku gûyê xwe jî bi xwe re dibin.

Lê Kurd?

Kurd jî herin ku xwelîserîya xwe, newêrekî û pepûkîya xwe bi xwe re dibin wir.

Keçê hey te serê min xwarê Şevvalê, tu dev ji 5 mîlyon Kurd berde, hema li Stenbolê sed Kurdên gunikreş, mêr û canfeda hebûna bes û zêde bûn jî.

Ma ji dil te ew 5 mîlyon Kurdên ku tu behsa wan dikî, Kurd in?

Na bavooooo, na!

Ez bi serê te û wan çavên te yên xweşik bikim, 4 mîlyon û 999 ên wan Kurdan jihevdeketî, pepûkî, xwelîser û ziravqetandî ne,

Ma law 5 mîlyon Kurd li bajarekî bijîn û newêribin tabelayek bi Kurdî daliqînin, ma ev bû Kurdbûn û Kurdayetî hawarêêêêêê!

Stenbol

Categories
Firildeq ElîNivîskar
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Sekn û helwesta serek û rêberan

    Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
  • Serok Papa

    Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
  • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

    Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...