Jan 29, 2017

Monat: Januar 2017

Dema ku melle tir kir, civat bi xwe de dirî

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Bavê Welat Bi dehê salane ku em behsa qedexebûna li ser çand û zimanê xwe dikin. Lê ev çi sosret û şermeke girane ku bi deh salane em van daxwazên xwe bi Tirkî tînin zimên. Di her civîn û civakan de berpirsiyarên me (qaşo) dibêjin (hevaller dilimizi geliştirelim, Kurtce konuşalim) lê dema ku kesek dixwaze […]

Sivîl toplim qonfederasyonî!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Evdo Dîno Berê digotin “Serokê Dinê” dûre dîtin ku nabe gotin “Serokê Miletên Mezopotamya”. De îcar dîtin ku ew jî nabe,  çi ku xelk û alem bi wan dikene, anîn hatin kirin “Serokê Xelkê Kurd”. Yanî di dest xwe de şaş bûne. Wele ew jî nizanin bibêjin çi. De em werin ser demokratîk ekolojîk û […]

Mihemed Şêxo

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Tenêbûn, hîsek e, carna nayê parvekirin. Peyv têr nake ku ew bê bi navkirin, şirovekirin. Dibe ku dosta mirov ne dur be. Lê ew nêzîkayî, qeysa ber çavan e. Di rastiyê de, ew dûr e û mirov li cîhanek e din e. Ji ber ku rê winda ye, û hîsên diçin ser dil û mêjî […]

Paşnavên ecêb

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hûn paşnavên Tirkan meraq dikin? Kerem bikin çend nimûne! Firildeq Elî Me jibo xwendevanên xwe ji kataloga telefonê çend nimûne ji paşnavên hinek Tirkan derxist. De kerem bikin.. Coşkun Aptal, Emel Yalak, Duran Salatalik, Sultan Kaltak, İsmail Dümbelek, Fahrettin Kalkmaz, Mehmet Kaldırır, Cafer Yalar, Gurban Yalama, Ahmet Ali Emici, Ayşe Cinsel, Mehmet Taşak, Sultan Kıç, […]

Xweşik û zindî bin

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Xwarin û vexwarinek bi rêk û pêk bandorek mezin li ser xweşikbûn û zindîbûna mirov dihêle. Hûn dixwazin bi ya me bikin û dixwazin nekin, lê emê ji we re çend çîrokên xweşikbûnê bêjin. Yek: Heger hûn dixwazin bibin xwedîyê laş û bedenek şahîk û bedew, her rojê hinek dendikên gulên berbero yan dendikên kundiran […]

Evîn û seks derman e

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Pispor radigihînin ku evîndarî dermanê gellek nexweşîyane û kesên ku dil digrin ji kesên ne evîndar saxlemtir in. Li gora lêkolîna ku di rojnameya Fransî L’Express de hatiye weşandin, kesên ku dil nagirin û ne evîndar in, yan jî bi gotinek din keç û xortên ku li wan ranabe, zûtir nexweş dikevin û xwe li […]

Maçek tenê têra me nake

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hesen Keleş Ne dawîya van ankêt û lêkolînan tê û ne jî em di ber wan re digihên. Niha jî li Londona Brîtanyayê ankêtek di derbarê bedewên sînemayê de çêbûye û ji Brîtanîyan hatiye xwestin ku ew herî zêde dixwazin kîjan bedewê maçî bikin-biramîsin. Lîztikvana şîrîn û çîkolotayî Jessîca Alba, di serê lîsteyê de cîh […]

Sê partî bûn yek, kilîlîlîlîlî!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Bavê Cengo Sê partîyên Kurdistana Rojava bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwarin û bi def û zirne, bi hella hella û govend û dîlan bûn yek û yekîtîya xwe pêk anîn Li gor fitne û fesadên bajarê Qamişlo dibêjin, sê partîyên Rojava, Partîya Azadî, Partîya Azadîya Kurd – Sûriye û Şepêla Hevgirtinê bi fermî bûne […]

Dîn dînan nas dike

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Li sûka Tilermenê ez û Rebê Dînan Emîno li hev rast hatin. Min bi çengûrê wî girt û ew bir çayxaneyê. Her çiqasî xwe di nav lepên min de dînomîno kir jî, min dest da ser û min nehişt xwe tevbilivîne, em rûniştin. Çaya me hat ber me û me reqandê em ketin nav sohbeteke […]

EZ KURDÊ QUZÊ KERÊ ME!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hecî Osman gava li malê bi tena jina xwe dima, aciz dibû. Yek ji vir û yek ji wir, radibûn hev û qirik li hev ziwa dikirin. Ji ber vê jî, Hecî Osman ji malê direvîya û berê xwe dida qehwê nav hevalên mîna xwe.. Hecî Osman ji pirsa „Tu ji ku yî?“ pir aciz […]

Padîşahê Tirkiyê; R. T. Erdogan!!!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Di konsepta Osmaniyên nû de, go ji teref padîşah Erdogan û peyayê wî Yildirim ve tê meşandin, ev e. Ji alema îslamê re dibêjin: Emê jestên li gora dilê we bikin. Emê di derbarê guherandina rejimê de birîfîngan bidin dewletên ’îslamîst’. Emê bihêlim xelkê îslamê bawer bikin ku em di bin xizmeta îrada wan ya […]

Kî PDK ye

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0

Tirkomanyak!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ehmed Beyan Hinek insan hene birastî jî manyak in, ehmeq û xwelîser in. Ev insanên xwelîser hem dîroka xwe înkar dikin, hem jî herkesî wek xwe ehmeq û nezan dibînin. Xuyaye yek ji wan xwelîseran jî wekîlê MHP Yusuf Halaçoglû ye. Di dîroka Osmanî de Kurdistan heye û wek eyaleyek ji eyaletên Osmanî tê nîşandan. […]

Rojava

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0

Wey min di insanetîya we kirino erê wele..

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Tecawizcî Coşqûn Insan heywanê herî mezin û zalim e. Li ser navê insanetî, ol û xweda û pêxemberan tu gûyek namîne ku naxwe. Her tiştî ji bo xwe helal û li rê dibîne, lê bi ser de dîsa bi navê ol û xweda êrîşî insanên din dike û mafê wan înkar û tune dike. Bi […]

Te go 5 milyon Kurd?

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Firildeq Elî Rast e, li bajarê Stenbolê 5 milyon Kurd dijîn. Lê Kurdên çawa? Îawa Kurd in? Aha mesele di vir de ye. Hunermend û lotikvana Tirk Şevval Sam xanim lotikek avêtiye û xwelîya heft gundan li serê Kurdên Stenbolê kiriye. Çi gotiye xanima germik û nermik? Gotiye: “ 5 mîlyon Kurd li Stenbolê dijîn […]

La hewle wela!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Xweparastina Barzanî bi min komîk û zarokane hat. „Ez bi Obama re peyivîm, bi Pûtîn re peyivîm, bi Sarkozy re peyivîm, hemû serok merokên Ewrûpayê piştgirî û destek da me ji bo em başûr û rojava bigihînin hev; lê heyf û mixabin PYD ji me re bû asteng û nehişt…“ La hewle wela! Emerîka li […]

XENDEK

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Wek dibêjin, stara pîrê mala pîrê ye. Ê Kurdan jî starek wan heye, ew jî mala wan e. Gava Kurdek ji Stenbolê yan bi bajarekî din vedigere welatê xwe, yekem pirsa ku jê tê kirin ev e: Ma mala te heye? Gava bersiva „Şikir ji xwedê re, koxikek me heye“ dide, kare bi serbilindî di […]

ŞEHWETA MIRINÊ

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Li şaneşînê maseyeke darîn, li ser wê maseyê rûyekî şîfonî û bi ahenk li her du kêlekên wê dû findên bejinstûr. Şerabê dibiriqand li bin roniya heyvê. Nuh tarî ketibû erdê; bêdengiyeke zîz li taxa bajêr mîna fîstanekî transparan girtibû ser şêniyan. Ya rast şeveke ji rêzê bû; ne rojbûyîna min, ne rojbûyîna wê, ne […]

VAN ‘DÎN’AN EZ DÎN KIRIM!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Misto mirovek rûken, suhbetxweş û henekçî bû. Di civatê de bi axavtinên xwe, bi laqirdîyên xwe dibû dermanê moralên xirab. Ûsiv rabû ber bi mala Misto ve çû ku hinek suhbet bikin. Bala xwe dayê ku waye Misto li ber dîwêr bi moraleke xirab, li ser kevirekî rûniştîye. Silav lê kir, ew jî li tenişta […]

Yek nêçîr, yek nêçîrvan!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Zeûsê Zero Serokwezîrê Tirkiyê bi qemyonek kurtêlxwir berê xwe da „Kurd“istanê û dest bi lotikan kir. Di vê sefera Kurdistanê de serokwezîrê „Kurd“istanê birêz û ticaretnas Nêçîrvan Barzanî ev heyeta qedirbilind pêşwazî kir û destê wan hejand. Herdu alîyan têra xwe hevdu bêhn kirin û miradê dilê xwe bi hev kirin. Di merasima pêşwazîkirinê de, […]

Rewşenbîr û yekîtîya netewî

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Şerefxan Cizîrî Gava ku hinek sîyasetmedarên Kurdan ne alîgirê yekîtîya netewîbin, em dikarin qala îdeolojî, berjewendî, heremparezî, hişmendiyeke qels û sîyaseteke çewt bikin. Ji ber ku rêxistinên siyasî armancên xwe li gora dîtînên xwe li ser rewşa dinyayê, li gora berjewendiyê tebeqe û çinên sosyal, li ser nêrînên xwe ku li gora mafên mirovan, demokrasî […]

Herdu dibin jina xiyarekî

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Pornocî Kemal Yezdanê pak hinekan dike mîr, û ninekan dike kizîr. Bi ser hinekan de dewlemendîyê dibarîne, û bi ser hinekan de jî gû û rîxê. Qirdê hinekan vedike, û yê hinekan jî digre û girêka kor lê dide. Herdu xuşk Anna û Lucy DeCinque (30)  dil ketine zilamekî bi navê Ben û niha herdu […]

Kehanetên nû

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hejmara mirovên dinê her diçe zêde dibe. Nêzîkî 7 milyaran bûye. 3.milyar mirov têra xwe dewlemend in. Bi plan û projeyan ve mijûlin. 4 milyar mirov tev feqîr û belengaz û bêçare ne. Ew 4 milyar mirov hewl didin, dixebitin û 3 milyar mirovan xwedî dikin. Îro her tişt pêşve çûye. Makîne û robot li […]

Semîra Misêlma jî dev ji Kiwalisyona Erebê Sûrî berda

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ahmedê BERAZÎ ahmedeberazi@yahoo.de Sala nû li we pîroz be biraderên qedirgiran, xwedê tihala vê salê bike sala tifaqa Kurdan rebbî. Semîra Misêlma, ew berî bi sê salan redaktora Rojnama Behsîyan ya Tişrîn bû. Werhasil,  bi Quran ew jî ji Fûad û Hekîmê me camêrtir derket û dev ji kiwalisyonê berda û rexneyên tuj li kiwalisyonê […]

Ayselka me jî girtin kuro

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Pişo Mihemed Belê, şahînşahê Tirkiyê û cewrên hikûmeta wî dest bi girtin û kujtina PKK û HDPî yan kirine û ha ha komele û dezgehên wan digirin. Dibêjin go agir bi daristanê ket ter û hişk tevde dişewitin. Îcar dewleta Tirko Kurd dane ber şeg û pegan û nabêje tu kurê kê yî. Axir… Piştî […]

Huner Karê Hunermendan e!

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Ya hunermendan dike hunermend, hunera wan e. Ya hunerê dike huner, sekna hunermend e. Û huner tune be, hunermend derew e. George C Scott, xelata oskarê şibandibû „Pêşbaziya Hespan“ anku bi kin û kurmancî ji lijneya oskarê re xwestibû bibêje „Lîstikvan ne hesp in û huner (sînema) ne qada pêşbaziyê ye.“ Woody Alen, herçend xelata […]

Xwedê şîfayê bide kek DILGEŞ

  • by Lotikxane
  • 2 Years ago
  • 0
Hey dinyayê, mala bavê şekir bişewite. Erê şekir e, şîrîn e, xweş e, lê malmîrata şekir ewqasî jî tehl e, dijmin û neyar e, wek marê kor e. Ku bi meriv veda, xelasî jê çênabe.. Gava me îro ev wêneyê hunermend Dilgeş dît, agir bi dilê me ket û çavên me tije hêsir bûn. Li […]