Mihemed Şêxo

Tenêbûn, hîsek e, carna nayê parvekirin. Peyv têr nake ku ew bê bi navkirin, şirovekirin. Dibe ku dosta mirov ne dur be. Lê ew nêzîkayî, qeysa ber çavan e. Di rastiyê de, ew dûr e û mirov li cîhanek e din e. Ji ber ku rê winda ye, û hîsên diçin ser dil û mêjî bê navgîn in. Di demên wisan de deng û awazê wî dibe dermanê dilan:

Min bihîstî tu nexweş e, dilo / Ez çi bikim bextê min tim reş e, dilo

Dilê min herdem bi kul e, dilo / Carekê nebûye geş e…

Gelek caran di nav hizran de winda bûme. Ez li bersifa Felekê geriya me. Ji dema zaroktiyê de hetanî îro. Qîre-qîr û nale-nalê dayikan, mîna tîrekê, dem bi dem, cî bi cî, di guhê min de firiyan e, çûne hetanî ser mêjî. Gazin û nifirên dayikan li hember felekê ye, ku bûye guhar di guhê min de. Ez gêj bûme, kezep diperite, dil dişewite. Di demek wisan de dengê wî bilind dibe. Ev dibe rêber, ronî dike pêşiya min, derman dike birîna min:

Ey felek ji bo te dinalim / Ji bo çi nêrgiz çilmisîn

Ew çima bextê me wiha ye / Em bê dost û bê kes in…

Zewaca bê dil, mirina zindî ye. Ne hêsan e bê pejirandin. Jiyanek e dirêj, carna bi gotinê nexweş, gelek deman bi peyvên çavan û bi hêstirên wate, dibe dojeh. Carna xwestina mirinê. Hinek deman duayên xelasbûnê. Nifirên li dê û bavan. Çêrên ji bo ap û xalan. Tev hewildanin. Helwestên cewaz in li hemberî zewaca bê dil. Lê têr nekirine ku hîsên zewaca bê dil bînin zimên. Tenê awazek heye ku bibe dermanê dilan:

Bilbilo…

Min go, tembiya min li te bê, tê çi car nexwîne li ser dara bê gul…

Dara bê gul, mîna evîna evîna ne jil, weke zewaca tev kul…

Gewr hene, sipî hene, esmer hene. Xweşikbûn, gul e, kûlîlk e. Dana Yezdanê heq e. Ku rûdine û bi hosteyiya xwe dineqişîne. Qalkirina xweşikbûnê, bi dilên bê evîn nabe. Bi pêtên wolkanê lêdixe evînî, dest diçe ser pênûse, xweşikbûn dikare derkeve der. Evîndarî, mêjî û çavan kor dike, dil esîr digire. Di dema dîlîyê de wesfê xweşikbûnê dikare bilind bibe, bighêje esmên. Min pir li stiranên evîniyê guhdarî kiriye. Lê tu kes nikare mîna vê stiranê, mezinbûn û bilindbûna gewran îfade bike:

Carek min ji xwe re dî gewrek / Çavên wê reş û belek

Xwe berda ser dilê min / min jê hez kiribû gelek…

Qala gewran tê kirin, lê esmer nayên jibîrkirin. Di bexçeya wî de kûlîlkên pir reng hatibû çandin. Xweşikbûna wan rengan, bêhna xwe dabû dilê wî, jiyana wî û stiranên wî. Wisan dihanî zimên, xweşikbûna esmeran:

Were were reng esmerê / Wek kûlîlka li pencerê

Şev û rojê di xeyala wê de / dil û hinav hatin derê…

Mihemed Şexo ne tenê hozan bû. Ew kaniyek bû. Kaniyek ku welathêz, evîndar, jar û perîşan, dayikên bi keser, zarokên perîşan, evîndarê bê çare, jê av vedixwarin. Dermanê dilan, di nava stiran û awazê wî de veşartî ye. Hezkirina te, hêja Mihemed Şêxo, ne wek hezkirina li hemberî hunermendekî ye. Girêdana bi te ve, mîna pirekê ye, ku ji dilekî dighêje dilê din. Û hevwelatiyan bi hevûdu girê dide. Ew girêdana nav wan dilan, dikare wê hezkirina te bîne zimên. Hêja Mihemed Şêxo, tu dilê me de dijî. Zarokên me bi stiranên te wêjegeş dibin. Hezkirina te, sînoran nas nake, belav dibe, mezintir dibe. Agirê azadiyê ku bi destên hatiye pêxistin, îro geştir û xurtir bûye:

Kurd in me azadî divêt / Xwînê dirêjin ji bo welêt

Sundê dixwin xew me nebêt / Heya ji cî rakin neyar…

 

About The Author