BENÎŞT Û ERGENEKON

Dema ku mirov dixwaze bikeve  nav malperekê, ji we hin tişt têne xwestin. Ya herî girîng jî daxwaza endambûyînê ye. Divê cara yekem xalên malperê qebûl dikî û dibe...

Dema ku mirov dixwaze bikeve  nav malperekê, ji we hin tişt têne xwestin. Ya herî girîng jî daxwaza endambûyînê ye.

Divê cara yekem xalên malperê qebûl dikî û dibe endam. Piştî wê gavê endambûyîna we jî tête qebûlkirin.

Perdeya reş li ser wê trajedîya mîrovkuj a Ergenekonê vebû.

Yên ku zanin-nizanin-nasdikin yan nasnakin li ser diaxivin û dinivîsin.

Destê kê di bêrika kê de ye kes pê nizane.

Kûr û dûrîya xwe çiqase?

Nayê zanîn, lê gelek têkîlî û agahî derketin holê, di devê xelkê de bûye benîşta rojane û tête cûtin.

Ma ewên ku li ser Ergenekonê didin-distînîn û dinivîsin, mijara xwe ji kîjan çavkanîyê distînîn?

Min ew pirsên xwe ji Ewlîyayekî pirsî:

-Seydayê hêja û giranbuha, ev Ergenekon çiye?

Pirsa min bersivand:

-Rojek ji rojan, dema rojîya 12 İmaman bawermendekî mîna te ji min pirs kir û got: „Pîro, dema rojîyê ku mirovek ji destavê derkeve û benîşt bicû tiştek dibe?“ . Min li wî vegerand û hêvî dikim ew bibe bersiva pirsên te jî.

Tu dibê dema rojîyê mirovek ji destavê derkeve û benîşt bicû, bi ellahvekîl tiştek nabe. Lê dema ku hin kes wî bibînîn ewê bêjin „gelo ew çi gû ye te xistiye devê xwe û dicû…“

 

Categories
Adil DûranNivîskar
No Comment

Leave a Reply

*

*

RELATED BY

  • Kız Kereçi Xatun Olmaz!

    Mêro boxboxakî mêran bû, çû dil ket qîza qereçî, wek yê ku heft salan dil ket çavên beqê! Di bîr û baweriya wî de, wê keçika qereçî jê re...
  • Amerîka bi mastê Kurdekî têr dixwe

    Hesen Almas Nebêjin mast bi kêrî tiştekî nayê û meriv bi firotina mast dewlemend nabe. Kurdê Ezircanê û paşayê eşîreta mastê “Chobanî” ê AmerîkayêHamdî Ulukaya, bi firotina mast bûye...
  • Ekolojîk hevaller

    Hevallerên me ji bo go serê Kurdan bişon û wan ji bîr û hizrên netewayetî dûr bixin, ji 101 bîran avê dikêşin, wan bi fikir û îdeolojîyên berî hezar...
  • Kê YNK parçe kir?

    Mihemed Soran Wek hûn zanin kezebno, piştî nexweşketina Mam Celal YNK bû wek tirşika tevlihev û pirsgirêkên wê xelas nebûn. Beşek ji YNK tirşika Kurdistanê û beşê din jî...
Lotikxane