KÎ GUNIKÊ WE TIRAŞ DİKE?

Tê zanîn îro gelek gund vala bûne û ji bilî çend kalemêran di gundan de kes nemaye. Wek wan gundan li bajarê Sêwasê navçeya Dîvrîgê gundekî Kurdan jî vala bûye, di gund de du mal tenê mane. Yek ji wan Memoyê Dînik e, ê din jî Silo ye. Memoyê Dînik qet ji Silo hez nedikir. Gundîyên din koçî Rojavayê Tirkiyê bûne, bi bazirganîyê ve mijul in.

Memoyê Dînik salê carek dudu berê xwe dida gundîyên ku koçî Rojavayê Tirkiyê bibûn, him ji wan alîkarî digirt him jî bîranînên xwe par ve dikirin. Bi hatina Memoyê dînik gundîyên wî jî kêfxweş dibûn, bêhna welat hildidan û rewşa gund hîndibûn.

Memoyê Dînik li dikana gundîyek xwe rûniştibû, gundîyekî wî Sadiqê henekvan hat silav li wan kir û dest bi suhbetê kirin. Bi mexsedek miqelît, Sadiqo ji Memoyê Dînik pirs kir:

-Rewşa Silo çawa ye?

-Nexweş e, ne baş e.

-Na lo!

-Erê

-Tu nizanî lo, min salox hilda, Silo gelek baş e, nexweş mexweş jî nîne.

  • Çi başe lo! Destê wî dilerizin, çavên wî êdî baş nabînin.
  • Waaa! Çima çi bû, çi pê hat?

  • Wê çi bibe êdî, nikare gunikê xwe kur bike.

  • Hesûdî neke, qey te gunikê Silo kur kir ku tu wisa dibêjî?

-Na, çima ez kur bikim.

  • Êê!
  • Dest dilerize, çav nabîne, pîreka wî wê rojê bi jîletê gunikê wî tiraş kiriye lo.

  • Tiqe tiqa kenê Sadiqo bilind bû û got:

    • Îftire li pismamê min Silo neke, ew ji te cîwantir e û wek tivirê saxlem e.
  • Weleh ez îftire lê nakim, wî bi xwe ji min re got lo.

  • Bi kêf û henek suhbeta wan domkir weselam…

    Îcar ev mesele wek ya sîyasetvanên me Kurda ne. Çavê wan kor bûye, destê wan dilerize, nikarin gavek pêş de biavêjin bibin xwedî dewletek. Dagirker ne bi jîletê, bi dasê ketîye nav laşê wan û mejûyê wan kur dike haya wan jê nîne werhasil…

    About The Author