Apê Cindo û qûna emanet

Adil Dûran

Min ji apê Cindo pirsî:

-Ezbenî, balafirên Rûs li Sûrîyê agir dibarînin ser Daîş ê. Lê Amerîka, Ewropa û Tirkî mane ecêb, nizanin ji ber çi Rûs hatine xezebê. Ma tu dibêjî çi?

-Ma ew çavnebarîyê dike?

cindo

-Na xêr. Xuyaye ku tu hê tê negihiştî.

-Ma çi qizilqurt e?

-Binêr û baş guhê xwe bide van gotinên min. Li Sûrîyê hindik mabû qûn ji dest Esad here, qûn lê hatibû çirandin. Hinek bênamûsan rabûn qûna xwe wek teberûyê / lebat /orxan / emanet dabûn wî. Niha Pûtîn jî dike wê qûna emanet. Esed jî şa dibe û dibêje “ camêr, ew lebata şabaş ne yê min e, kî dike hundur bila têkê“.

-Ma çi fêda xwe ji me Kurda re heye?

-Fêda xwe ev e. Niha şiklê şer û tifaqên navnetewî hatiye guhertin. Her welatek ji bo berjewendîyên xwe daketiye qada şer. Şerek qirêj û kê kir kê kes nizane..

-Kurd çi dikin, dixwazin çi bikin?

-Divê Kurd hemî têkilîyên xwe ji welatên serdest û mêtinkar qut bikin û dest bidin hevdu, bi rih û hestên netewî ligel ewên ku alîkarî didin şerê rizgarîya axa xwe bikin…

kartal escort

-Ma tu dibê emê piştgirîya wan emperyalîstan qebûl nekin û bibin şirîkê Rûsan?

-Dema ku mirov li dîrokê dinêrî, tucarî Rûs ango şoreşgerên wan ji bo me Kurdan nebûne yar û wan tim û tim gotiye em dostên miletên bindest in. Dema ku qala Kurdan kirine ew bûne dostên serdestan û neyarên Kurdan. Wek Tirkî-İran-Îrak û Sûrîyê. Îro jî ew li gel Îran û Sûrîyê ne. Dema ku bikutun qûna Daîşê, piştre wê nehêlin Kurdîstanek serbixwe ava bibe.

-Keko, ma emê çava bibin şirîkê welatên emperyalîst ?

-Heya niha me jî gazin dikir ku kes alîkarîya me nake. Lê em bixwazin û nexwazin Amerîkî û Ewropî dixwazin Kurd azad bin û Kurdistan çêbibe. Ji bo çi em Kurd vê naxwazin? Axir, her çiqas qûndeyên me hebin jî em neteweyek in.Berjewandîya welatê me di ku de be û bi kêra be, divê em ligel wan şerê dijminê xwe bikin. Binêr, ew Daîşên hov gelê me yê bê guneh serjê dikin. Dema ku ew emperyalîst çek bidine me, ma emê bêjin van çekên han beranberî wan wahş û hovan bi kar neynin, ma ew dibe?..

Ez serê we û apê Cindo neêşînim, li gor apê Cindo jî dibêje, heçê alîkarîya me bike dostê me ye, heçê neke jî ne dostê me ye û hûn sax..

About The Author