ŞERÊ ROVÎ U KERÊ

Rovî ji sedem birçîbûna xwe ji nav kelaman derdikeve û dadikeve mêrgê. Dît wa kerek li nava mêrgê diçêre.

Rovî: Rojbaş guhdirêjo, ma tu nabînî rengê wî gîyayî zer e?

Ker: Tu henekên xwe bi min dikî.

Rovî: Bi serê te zer e.

Ker: Bicehime ji vir here. Gîya şîn e û teze ye.

Herdu nakin serê hevdu û şer dikin. Di vê encamê de hin lawirên din ji şerê wan aciz dibin û diçin ba şêr gilî û gazinên xwe dikin.

Şêr dibêje wan „herin wan herduyan bînin dadgehê, ezê wan darizînim“.

Herî dawîyê rovî û ker ê tînîn dadgehê. Şêr li herduyan guhdarî dike.

Pîştre biryar dide.

Şêr:  Ker bê guneh e, azad dikim. Rovî jî xwedî guneh e, divê demek dirêj bêt hepiskirin.

Rovî: Ezê di dadgeha te de bimîzim. Birastî jî dem payîz e û gîya tev zer bûne.

Şêr: Mesele ne rengê gîyê ye. Pirsgirek ew e ku te bi kerê re gengeşî kiriye. Di tebîeta kerê de ji xwe kerîtî heye. Loma min tu ceza kirî.

Îcar xuyaye ev jî mesela me Kurdan e

Li Tirkîyê wê referandûm çêbibe. Hin civat-rêxistin û partî dibêjin erê, hin rêxistin jî dibêjin na.

Ma ji bo çi Kurdên me mîna bûyera rovî û kerê li hevdu qelîbî ne?

Welatê me hatiye dagîrkirin û em Kurd ne azad in.

Her roj têne kuştin, bajar û gundên me, mal û milkên me tên şewitandin.

Leşkerên romîyên tecawîzkar bi her xirabîyên nedîtî êşkence û tadê li gelê me dike.

Hebûna me tê înkarkirin, çand û dîroka me, zimanê me qedexe ye.

Gelek mal û malbat bi zorî koçewar bûne.

Her roj zor û zilm li Kurdan tê kirin.

Ewên ku bi ya romîyan dikin di tebîetê wan de kerîtî heye. Ew li pew dijminên Kurdan in.

Ji ber ku dijmin bi wan dileyîze.

Çawa ku bêjin, lawo ma hûn dîn in?

Ewê jî bêjin na û herê.

Herê û na.

Bi ya min be tu pêwendîya min pê nîn e.

Divê ji bo Kurdîstanek serbixwe-yekgirtî û azad ez bêjim belê..

 

 

About The Author