Divê jin jî têr pelûla seksê bixwin

Hûn zanin, di dewletên îslam û misilman de seks û bi taybet jî zayenda jinê wek tabû tê dîtin û mirovan wek agir dişewitîne. Her çiqasî veşartî û di binê çît û perdeyan de her zinêkarî û dêqehpî tê kirin jî, di rastîyê de qaşo qedexe û heram e.

Bi pêşketina teknolojîyê re xuyaye êdî hêdî hêdî di nav dewletên îslamê de jî seks û zewqstendina jinê tê raberizandin û dikeve rojevê. Seksologa Misrî Heba Kotba, ku li Amerîkayê perwerde dîtiye û xwedîyê gellek xelata ye, dixwaze alîkarîya jinên misilman bike da ku ew jî ji têkilîyên seks û zayendî sewq û kêfekê bistînin û ji zilaman re nebin wek kurtanê kerê. Heba Kotb, dixwaze ku ne tenê zilam li jinê siwar bê, lê herweha jin jî li jinê siwar bê û tamê ji seksê, ji xistin û derxistinê bistîne.

Heba Kotb dibêje: “Ez bextewarim ku min babeta seks û îslamê vekir û ji jinan re dibim alîkar. Xelete ku di îslamê de seksa jinê wek tabû bê dîtin. Xwedê, di Quranê de dibêje ku”di dema têkilîyên seksa jin û mêr de divê zilam ne tenê xwe, lê herweha jinê jî tatmîn û têr bike, divê jin jî ji seksê zewq û kêfê bistîne û bide lotik û zîtirkan” filan û fîstan.

Xuyaye xanima sekselog Heba Hotb, ji alî gellek jinan ve emaîl, name û telefonan digre û derdê wan derman dike, dilê wan rehet dike. Xanim Kotb dibêje: “Bi taybet ez ji jinên Tirkên misilman pirr emaîl û telefonan digrim û ew pir meraqa seksê dikin, dixwazin zanibin ka di îslamê de seks çawa tê kirin û nîhandina îslamî çawaye” filan û bêvan.

Erêêê erê!

Ê canim, ma zilam canin jin bacan in?

Helbet divê jin jî zewqê ji wê quzilqurta nîhandinê bistînin û di nava xwêdanê de bimînin wey! Ma hema wê zilam wê pelûlê bixwin û girêza devê xwe û kîrê xwe birjînin qurban?

About The Author