April2017

  • Berwarî qûş li PKK qetand

    Azad Koçer Li ser bextê çapemenîya başûr be, dibêjin şirovekarê siyasî û qeraseyê zilaman Ebdulselam Berwarî bi mîrkutan rabûye ser serê lotikvanên PKK û qûş li wan qetandiye. Xalê me Ebdulselam Berwarî, çavê xwe girtiye û devê xwe vekiriye. Bi qamçîyan li PKK xistiye û gotiye: “Em li gel...
  • Bijî „serok“ Cuma!

    Hoşeng Osê Di sala 2000’î de welatparêzekî Apoçî, weke henek, ji min re got: „şert û mercên sereke ji bo hilbijartina kesê ku bibe serokê PKK, (eger xwedê neke, serok Apo tiştek pê bê), gerek navê wî li gorî vê durişimê be; bijî serok Apo. Gerek navê wî kesî...
  • Bi serêşî baznedin ser hev!

    Dr.Mihyedîn Wek hûn zanin, di dinyayê de ji seksê xweştir kêm tişt hene û hetta jîyana bê seks wek savara bê goştê mirîşkan e. Ma savara go bi goştê mirîşkê hatibe çêkirin, ji savara rijî ne xweştir e? Belê bavo! Îcar bazdana ser hev û lotikvanî jî wilo ye....
  • Mîrê xeyalan

    Gotinek Kurdan heye dibêjin: Rovî neçû qulê, hejek jî bi dûvê xwe vekir. Xuyaye ev jî wek mesela me û hevallerên me ye. Ciwamêran hîna gundekî bakurê Kurdistanê azad nekirine, doza cîhanek bê dewlet, bê mêr, bê jin û bê zewac dikin. Yanî, doza jiyanek xewn û xeyalî li...
  • Li Kadikoya Stenbolê

    Biratiya me ne ji mecbûriyeta biyolojîk e, biratiya me ji hevaltiyê tê. Berî her tiştî em heval in. Û wexta Seadetê diniqute dilê me û diavêje mejiyê me, em li biratiya xwe jî dihulkumin. Krîterên biratiyê di vê têkiliyê de tune ye. Ne yê mezin heye, ne yê biçûk,...
  • Erdogan deyndarê Kurda ye…

    Rojhat Amedî Divê Erdogan serxwebûna Kurdistanê nas bike ! Piştî encamên hilbijartinên referandûmê rastiyek ket ber çavên me; Kurd hêdî dizanin çi dikin. Dengdarên Kurd ku bi dengên xwe ji referandûmê re gotin erê, nayê wê vateyê ku ew siyaseta Erdogan û partiya wî AKP pesend dikin. Li vir...
  • Pîvaz û sîrê bixwin û bêjin „elhemdulîllah!“

    Li ser bextê pispor û textorên tenduristîyê be, dibêjin pîvaz û sîr rê li ber hinek cûreyên penceşêrê (brîna reş-kanser) digrin û nahêlin ku kanser bêje „kip“. Dibêjin pîvaz û sîr bi hinek cûreyên kanserê re dikevin şerekî bê îman û bi şûr û mertalan dirin hev. Asît û...
  • Berazên me tir ji wan berda

    Mistefa Kerkûkî Lotikvan û zîtirkvanên eşîreta ÎŞÎDê ji du tiştan ditirsin. 1- Kujtina bi destê jinê. 2- Kujtina bi destê berazan. Û li Kerkûkê çi bû? Berazên me êrîşî zinêkarên ÎŞÎDê kirin û sê terorîstên ÎŞÎDê bi cehnemê şad kirin. Li herêma Al-Rashad ku 53 kîlometro dûrî bajarê Kerkûkê...