Êdî karin serê xwe jî bigirin, qûna xwe jî

Hese Keleş

Jin li gellek welatan wek polîs û hêzên ewlekarîyê kar dikin û di astên bilind de xwedî erk û gotin in. Li Ewrûpayê, li hinek welatan jinên sergirtî û nixumandî nikarin bibin polîs yan jî di dezgehên dewletê de kar bikin. Ji bo di dezgehên dewletê de bixebitin, divê servekirî bin. Ango, keç û jinên misilman ji bo bibin polîs yan memûrên dewletê, divê şerpe, laçik û kitanên serê xwe bavêjin û servekirî bidin lotik û zîtirkan.

Polîsê Îskoçî, lotikek nû avêt, şerpe û kitan wek „parçeyek ji unîformaya fermî“ qebûl kir. Li Îskoçyayê berî niha polîsên jin bêyî destûra amirên xwe nikarîbûn serê xwe bigirin û şerpê bidin serê xwe. Piştî biryara polîsên Îskoçî, êdî polîsên jin ên misilman wê karibin bi fermî serê xwe bigirin û wek polîs xizmeta xwe bikin.

Li gor rojnameya Intependent gotiye, rayedarên polîsên Îskoçyayê di wê bawerîyê de ne ku wê ev biryar di avakirin û damezrandina hêzek „polîsên pirkulturî“ de rolek sereke bilîze. Li gor Intependent dibêje, piştî vê biryarê wê keç û jinên misilman ji nû ve berê xwe bidin pîşeyê polîstîyê û wê bê tirs karibin wek polîsên sergirtî dest bi lotikan bikin.

Di vê derbarê de Midurê Polîsên Îskoçyayê Phîl Gormley, di daxuyanîyek xwe de kêfxweşîya xwe anîye zimên û gotiye: „Em dixwazin di nav hêza polîsên xwe de wekhevî, temsîlî û ahengîya hemû civakên cuda pêk bînin“ û simbêl badaye.

Ez serê we neêşînim, li Îskoçyayê êdî rê ji polîsên sergirtî û nixumandî re vebû.

Li gor fitne û fesad dibêjin, xwedêgiravî wê di pêşerojê de rê li polîsên çarçefkirî re jî vebe. Û hetta kesên ku şerwal û kirasê Ereban li xwe bikin jî wê li kolanên Îskoçyayê wek polîs virde wêde qûna xwe bihejînin û bidin lotik û zîtirkan.

Ê de ya bi xêr…

 

About The Author