Nedin dû mela, wê li serê we bibin bela

Tacdîn Baran

Gellek kes meraq dikin û ji xwe dipirsin:

Gelo çima li Ewrûpayê ewqas mizgeft û melayên Tirk hene?

Ohoooo, kuro ma ev jî pirs e xwedê jê razî.

Çunkî mizgeft bûne navendên MÎT a Tirk û melayên wan mizgeftan jî endamên MÎTê ne ji ber wê.

wek hûn zanin, bi xêra siyaset û lotikên Erdogan Tirk û Ewrûpî wek dîk û mirîşkê rabûne hev. Krîz û nakokîyên di navbera herdu dewletan de kûr dibin û herdu alî bi mîrkutan li nav serê hev dixin. Erdogan û Tirk Ewrûpîyan wek „nazî“ tohmetbar dikin, Ewrûpî jî Tirkan wek „terorîst û nijdevan“ tohmetbar dikin.

Li gor lêkolîn û lêpirsînên îstîxbarata Almanyayê, Dezgeha Îstîxbarata Tirkiyê MÎT bi rêya melayên Tirk mixalifên Erdogan dişopîne û hetta planên kujtina wan jî dike. Bi taybet zîtirkvanên cemeeta Fethullah Gulen (FETO) û lotikvanên dezgehên ku girêdayî PKK ne di deftera MÎTê de ne.

Li gor fitne û fesadên Almanyayê dibêjin, sedema nanokîyên Tirkiye û Almanya melayên Tirk in. Melayên ku bi rêya Dezgeha Diyaneta Tirkiyê tên Ewrûpayê û di mizgeftan de bi „allah û ekber“ diqîrin, ji MÎT ê re kar dikin û bi rêya konsolosên Tirkiyê îstîxbaratê di derbarê mixalifên Erdogan de kom dikin. Li gor serxweş û zinêkarên Ewrûpayê dibêjin, di serî de Almanya û Avûstûrya, MÎT a Tirk li Ewrûpayê bi rêya wan melayan îstîxbaratê kom dike û mizgeftên li Ewrûpayê bûne wek navendên MÎT ê.

Îcar tembîya min li we he gelî bawermendino..

Hay ji xwe û mizgeftên Tirkan û melayên wan hebin.

Bi allahwekîl, hûn di wan mizgeftan de tir û fisan jî bikin, wê bêhna wan tir û fisên we yekser li navenda MÎTê bêhn bide û hûn sax…

Almanya

About The Author