Mîrê xeyalan

Gotinek Kurdan heye dibêjin: Rovî neçû qulê, hejek jî bi dûvê xwe vekir.

Xuyaye ev jî wek mesela me û hevallerên me ye. Ciwamêran hîna gundekî bakurê Kurdistanê azad nekirine, doza cîhanek bê dewlet, bê mêr, bê jin û bê zewac dikin. Yanî, doza jiyanek xewn û xeyalî li Kurdên xwelîser dikin.

Serkirde, serok û rêberê PKK û Tirkê Sêwasê Mustafa Karasu, her serê demekê bayekî ji bin serê xwe berdide û berê Kurdên peppûk û xwelîser dide warê xewn û xeyalên kesanedî. Lotika ku xalê me Karasû vê dawîyê avêtiye, tu kesî neavêtiye. Û hetta rovîyê dûvbihejik jî bi lotika wî keniyaye allahwekîl.

Hevallerên me bi serxwebûnê dest bi lotikan kirin heta ku piştî şerê 40 salî daketin „xişxişê“ û li qûnê rûniştin. Di nava 40 salan de belkî bi hezaran car teorî û fikarên dûrî aqilan dane ber Kurdên xwelîser û serê Kurdan kirine şorbe û çeqilmast. Bi van teorî û xeyalên kesanedî Kurd kirine wek mirîşka gêj û rebenê Kurdan hew zanin wê çi bikin, çi bixwazin, li dû çi ne û li dû kê ne.

Axir…

Rêberê Kurdên sererd û binerd, Tirkê bajarê Sêwasê, generalê şikeftên Kantona Qendîlê xalê me Mustafa Karasû, di rojnameya Yenî Ozgur Gundemê de da lotikan û dîsa mejîyê Kurdan kir şorba nîskê. Karasû yê ku di şikeftên Kantona Qendîlê de kêfa li ser kêfê dike û xort û keçên Kurd ji bo ne tiştekî dişîne mirinê, îcar jî şerê li dijî modernîteya Kapîtalîzma dinyayê da ber Kurdan,  doza dinyayek bê dewlet, bê mêr, bê jin û bê zewac li Kurdên mejîşorbe kir.

Birastî lo, gelo ji xeynî PKK û hevallerên me, kî dide dû van xewn û xewnerojkan?

Kesî dîtiye ku jiyan bê zewac berdewam bike?

Lê Karasûyê me dibêje erê dibe. Helbet ji bo wî ferq nake. Çawa be pişta xwe daye teht û zinarên çiyayên Qendîlê û di şikefta xwe de ji Kurdan re fahlên qereçîyê vedike.

Çiye sernivîsa xalê me Karasû?

Serhildana li dijî moderniteya kapitalizmê!

Wax wax wax…!

Yanî ji Kurdên xwelîser pêve kesekî din tuneye ku şerê modernîteya kapîtalîzmê bike ne wilo?

Û çi gotiye cîgerim Karasû?

Gotiye:

“ Bêyî li dij derketina dewletê, sosyalîstî nayê kirin”.

Halla hallaaaaa!

Naxwe sosyalîstên wek Lenîn, Stalîn, Hoşimîn, Mao Zeytûn û wekî din gû xwarine ne wilo? Ma wan ne ji bo dewlet û sîstemek sosyalîst şer kirin babam?

Ma ku dewlet tunebe wê sosyalîst û sosyalîzm çi gûyî bixwin heyran?

Werhasil…

Û dûvre çi xwelîyê li serê Kurdan dike?

Dibêje:

“ Bi allahwekîl, azadiya Kurdan di sosyalizmê de ye. Êdî dema wê ye ku em li dinyayek bê serwer, bê axa, bê jin, bê mêr bifikirin. Desthilatdarîyek bê dewlet, jiyanek bê serwer, aborîyek bê axa, hevjînîyek azad, bê jin, bê mêr, bê zewac dikare bê pêkanîn“ filan û fîstan û kiras û xeftan.

Ya staarrrrrrr û naûz û bîllah!

Hevjînîyek azad!?

Yanî, divê mêrîtî û jinitî tunebe, zewac tunebe. Kî kê bixwaze, dilê kê bibije kê, divê li hev rast bikin û têxin hev.

Yanî, haşa min hizûr, nîhandina azad û bê sînor!

Ya rebbî tu me ji xeyalên Mustafa Karasû bisitirîne!

Û hûn zanin bê evqas teorî û îdeolojîyên xeyalî û virt û vala ji bo çi tên pêşkêşkirin?

Tenê ji bo tiştekî.

Ji bo Kurd doza dewletê nekin û Kurdistan nebe dewlet allahwekîl….

Xançepek/Amed

http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nivis&id=13154

About The Author