Pîvaz û sîrê bixwin û bêjin „elhemdulîllah!“

Li ser bextê pispor û textorên tenduristîyê be, dibêjin pîvaz û sîr rê li ber hinek cûreyên penceşêrê (brîna reş-kanser) digrin û nahêlin ku kanser bêje „kip“.

Dibêjin pîvaz û sîr bi hinek cûreyên kanserê re dikevin şerekî bê îman û bi şûr û mertalan dirin hev. Asît û bêhna sîr û pîvazê hewqasî zêdeye ku nexweşîya kanserê pê gêj dibe û kanser bi xwe bi kanserê dikeve û qûş lê diqete.

Li gora hinek pispor dibêjin, divê jin heftê 25 kîlo pîvaz û 10 kîlo sîr bixwin û zilam jî 50 kîlo pîvaz û 25 kîlo sîr bixwin da ku nexweşîya penceşêrê xwe nêzîkî wan neke.

Lê ji alîyê din, divê tim û tim 10 kîlo bexdûnis û 25 kîlo jî geyayê pûng û tûzikê di bêrîka we de be ji bo hûn bavêjin devê xwe û xelk û alem ji bêhna devê we bi jehrî nekevin.

Îcar ji me gotin û li we kirin heyran.

Hûn dixwazin sîr û pîvazê bixwin, xwe ji nexweşîya penceşêrê biparêzin û xelkê bi bêhna devê xwe serxweş bikin, hûn zanin.  Hûn naxwazin sîr û pîvazê bixwin ji bo bêhna lewento ji devê we bê û hûn nebin qesasê serê xelkê, dîsa hûn zanin.

Biryar a we lotikvana ye û qurban.

We xwar bi cehnema we kiriye, û we nexwar bi cehnema we kiriye wesselam…

About The Author