Şeva pêşî wek şîr û şekir

Stranbêj û lotikvana navdar a Kubayî Camila Cabello, bû mêvana kanalek televizyonê, li ser jiyan û serpêhatiya xwe ya cinsî axivî û da lotikan.

Stêrka popê Cabello, eşkere kir ku dema ew bi hevalê xwe yê yekem, Matthew Hussey re bû, keçkanîya xwe winda kiriye, çiriya ye û diriya ye.

Cabello, ku endama berê ya koma keçan a Fifth Harmony bû, zêdetirî salekê bi lotikvanê Brîtanî Matthew Hussey re bi çavgirtînka nav livînê lîzt û xwelî li keçkanîya xwe kir.

Cabello ya 27 salî, diyar kir ku yekem car bi Hussey re seks kiriye, ew car ji şîr û şekir û ji dims û hingiv xweştir û şîrîntir bû.

Cabello ya germik û nermik herweha got:

„Ez ji bo têkilîya xwe ya yekem dereng mam. Heke min zanîba ewqasî xweş e, minê ji zû de bida lotik û zîtirkên sexsê“ filan û fîstan û wekî din.

Axir, xuyaye lotika şeva pêşî nayê jibîrkirin û Camîla xanimê jî tam û lezîza wê ji bîr nekiriye. Îcar piştî xweşîya şeva pêşî Cabello çend lotik li xwe xistine tenê xwedê zane…

About The Author