Fedakarên her demê, pêşmerge!

Azad Koçer

Pêşmerge parêzer û canfedayên Kurdistanê ne. Ew ne tenê jiyana xwe dikin qurban, herweha karin gepa devê xwe bikin du parî û li brayên xwe belav bikin. Pêşmergeyên ku îro li seranserê cîhanê bûne nîşana berxwedana li dijî DAÎŞ û dolheramên mîna wê, di van rojên ku başûrê Kurdistanê di tengasîya aborîyê re derbas dibe, dixwazin mûçe û mehaneyên xwe nîvî bikin û bidin mamosteyên Kurdistanê.

Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê, ji bo ku pêvajoya xwendin û perwerdeya li Kurdistanê sist nebe, ew amade ne mûçeyê pêşmergeyên pilebilind kêm bikin û bidin mamosteyan.

Ev hefteyek e beşek ji mamosteyên Kurdistanê ji ber sedema kêmkirina mûçeyê xwe dest bi koykot û nerazîbûnê kirine û doza mûçeyê xwe dikin. Li hember vê yekê, Wezareta Pêşmerge û yekîneyên 70 û 80 yên hêzên pêşmerge peyamek belav kirin û lotikek pîroz avêtin.

Di peyamê de hatiye gotin ku „pêşmerge û mamosta di qonaxa niha de “hevçeper in”,  ji ber wê jî nabe çeper vala bibin.

Di daxuyanîyê de ji mamosteyên Kurdistanê hatiye xwestin ku dibistan û qutabxaneyan boykot nekin û li ser karê xwe berdewam bin. Di peyamê de hatiye gotin ku Wezareta Pêşmerge amade ye mûçeyê pêşmergeyên pilebilind kêm bike û bide mamosteyan, da ku pêvajoya xwendin û perwerdeyê sist nebe û paş nekeve.

Aha pêşmerge ev e!

Ne tenê canfedayî, herweha diravî û aborî jî fedakarîya xwe pêşkêşî brayên xwe dike da ku mamoste perwerdeyê bidomînin û zarokên Kurd jî ji xwendinê mehrûm û dûr nemînin.
Ê de naxwe,
bijî pêşmerge!
Zaxo

About The Author