Milletê herî dilpak

Azad Koçer

Kurd miletê herî dilzîz û dilpak ên cîhanê ne. Rûmeta herkesî, her ol û bawerîyê digirin. Cîhên ku dolheramên DAÎşê wêran dikin ol û bawermendîyên ku dolheramên DAÎŞê dirûxînin, Kurd, ango pêşmergeyên Kurdistanê ava dikin û vedigerînin ser sêhra berê.

Zinêkarên DAÎŞê her berhemên dîrokî wêran dikin, dirûxînin da ku dîroka kevnare tune bikin, ol û bawermendîyên cuda ji holê rakin. Avahî, dêr û mizheftên dîrokî  yên ku xwedîyê dîrokek kevnare û watedar in, hildiweşînin da ku li şûna wan bawermendîya xwe ya gennî û kirêt bi cîh bikin.

Li hinek deverên bajarê Mûsilê, zinêkarên DAÎŞê dêr, sembol û nîşanên Mesîhîyan wêran dikin û li pişt xwe herêmên wêrankirî dihêlin. Bi navê ola îslamê zilm û zordarîyek kesanedî li xelkê û bawerîyên derveyê xwe dikin û kiryarên hovane dikin. Lê pêşmergeyên qehreman vê tirrê ji wan re nahêlin û qûşê li wan diqetînin, berê wan didin cehnemê.

Vê carê dîsa zinêkar û barbarên DAÎŞê li herêma Mûsilê dêrek Mesîhîyan wêran kirin, xaç û naqozên (zingil) dêrê jihevde xistin. Lê piştî pêşmergeyên Kurd qûn li wan qetand û berê wan dan cehnemê, pêşmergeyan ew xaç û naqozên dêrê ji nû ve li cîhên wan çikandin û rêzdarîya xwe pêş çavê dinya û alemê kirin.

Aha insanetî, mirovatî, dilpakî û mirovhezîya Kurdan ev e.

Ê de yezdanê pak xêra pêşmergeyên qehreman qebûl bike û rebbê alemê wan ji ser serê Kurdan û dijminên Kurdan kêm neke rebbî..

Amîn!

Zaxo

peskurd2

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

peskurd4

About The Author