Nêçîrê me çewal xist serê PYD

Azad Koçer

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kak Nêçîrvan Barzanî, li Dihokê, di konferansa “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” de li ser siyaseta hikûmetê û di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de behsa hinek xalên girîng kir û da lotikan. Bi taybet di derbarê PYD û siyaseta PYD de çavê xwe girt û devê xwe vekir.

Nêçîrê me li ser Rojavayê Kurdistanê bi mîrkutan rabû ser serê PYD û ew wek „dîktator“ bi nav kir.

Nêçîrvanê kew û xezalan, serokwezîrê çelend, lihevhatî û seksî, li ser desthilatdarîya Rojavayê Kurdistanê got: „Kaka, bi namûsa mêrê berê, ez bi serê Salih Mislim bikim, em desttêwerdanê di karûbarên wan yên navxweyî de li nakin. Tiştê ku em dixwazin ew e, ku miletê Kurd li rojava di çarçoveya wî welatî de bigihên mafên xwe. Bi allahwekîl, desthilatdarîya li Rojavayê Kurdistanê desthilatdarîyek dîktatorî ye û tiştê tîne serê miletê Kurd Beşar Esed bixwe jî ne anîye serê wan” û pê de çû.

Serokwezîrê rindik û xweşik, hespê xwe ajot û got: „Divê bi birayetî derfet ji bo hemûyan bê dayîn, da ku bi hev re bijîn û bi hev re pêşeroja wê deverê îdare bikin. Ez bi serê xwe û we bikim, heta ew desthilatdarîya li Rojavayê Kurdistanê dîl û koleyê PKK be, yeka wan nabe dudu û tu pêşerojekê li Sûriyê nabînin“ û çewal xist serê PYD.

Ji alîyê din, serokwezîrê çeleng û germik di derbarê PKK de jî çend lotik avêtin, çewalek xist serê PKK jî û got: “ Law oxlim, hûn li Şingalê çi tirşikê dixwin? We bakur kir tiiirrrrrr ma dora Şingalê? Law ji tirsa we xelk newêrin vegerin cîh û warê xwe baba. Ji bo xelk vegere ser cîh û malên xwe û Şingal cardin bê avedankirin, pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve û li paş xwe jî nenere“ filan û bêvan.

Ez serê we neêşînim gelî lotikvanan, serokwezîrê me heta niha germik û nermik nêzîkî çawîş û başçawîşên PKK û PYD dibû. Lê xuyaye vê carê îsotên tûj ji ewên Ruhayê xwariye û germik û nermikbûna wî bûye bizot û agir wesselam..

Zaxo

About The Author