Hem li defê dixin, hem li zirnê

sindar-berwariBi allahwekîl min tiştek ji vê siyaseta PKK û çêlîkên wê fêhm nekir. Di rojên teng de hew we dît mêşinî bûn û dest bi gotinên dostanî, bratî û yekîtîyê kirin. Lê ku cîh li wan fireh bû û têr xwarin, hew we dît dest bi lotik û zîtirkan kirin, dest bi dijminatîya PDK û Barzanîyan kirin û mij û dûmanê ji serê wan birin.

Ê madem di firehîyê de herkes kurê bavê xwe ye, ev çi kuz kuz û lavalava we ye hûn dikin hevaller?

Madem PDK û Barzanî şirîkên Erdoxan û AKP ne, maden PDK û Barzanî xayîn in, paşverû û serokeşîr in, madem PDK û Barzanî serxwebûnxwaz in û dixwazin sînorên dewletên dagîrker biguherin, ev çi dek û dolabên we ne û çima hûn alîkarîyê ji wan dixwazin? Yan hûn dixwazin bi wî aqilê xwe yê ekolojîk û demokratîk yekî wek Barzanî bixapînin û hevserokekê jê re çêkin?

Axir lo, mesela me li ser hevalê qedirbilind û payebilind, Hevserokê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek bû.

Kamuranê me li Dihokê, di konferansê de ji çapemenîyê re axivî, çend lotikên germik û nermik avêtin û diranên me qîç kirin.

Hevserokê xendek û koncalên bajarên Kurdistanê Kamuranê me çi gotiye?

Daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partîyên din ên Kurdistanê kiriye ku „di çareserîya pirsa Kurd de rola sereke bigrin ser xwe û bêdeng nemînin“.

Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek, li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê di konferansê de dest bi lotikan kir û go: „Binerin oxlim, em bi tu awayî dijminatîya peywendîyên AKPê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nakin. Em daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê dikin ku rola wê di çareserîya pirsgirêka Kurd de hebe, û guvaşê li ser hikûmeta AKP bike da ku AKP dest ji wê siyaseta şaş ya ku li ser Kurdên Tirkiyê dimeşîne berde“.

Yanî, Kamuranê me ne li dijî peywendî û têkilîyên Hikûmeta Kurdistanê (yanî Barzanî) û AKP ye.

Ê başe cîgerim, li başûr hûn li defê dixin û xweş dikin.

Û gava rayedarên Kurdistanê tên Tirkîyê û bi AKP re hevdîtinan dikin, hûn dest bi zirna xwe dikin û dîsa wan dikin şirîk û ajanên AKP.

Ma ev ne durûtî û xapandin be, naxwe  çi ye heval?

Kamuranê me hespê xwe ajotiye û gotiye: „Hêvîya me ew e ku hikûmet û partîyên başûrê Kurdistanê ûeywendîyên xwe bi partîyên li Tirkîyê re baştir bikin“ filan û fîstan.

Halla hallaaaaaaa, ya siphan allah!

Yaw Kamuran yoldaş, ji derveyî we lotikvanên PKK, peywendîyên hikûmetê û partîyên başûr bi kîjan partîyên li Tirkîyê re ne baş in jheval?

Û ji xwe ji derveyî xwe pê ve hûn tu partîyên din qebûl jî nakin û nas jî nakin.

Yanî tu dibê „bela peywendîyên hikûmet û partîyên başûrê Kurdistanê bi me re baş bin“ ne wilo?

Hey te di kefa destê min nîhayo, hema rasterast bêje bela hikûmet û partîyên başûr ji me pê ve partîyên din nas neke û xelas, wî.

Hevserokê me Kamuran Yuksel abêmiz piştre  gotiye: „Divê partîyên Kurdî guhertinekê di siyaseta xwe de bikin û konferansek neteweyî lidar bixin. Dem ne dema hevrikî û nakokîyane û divê bihev re ji bo pêşerojek baştir kar bikin“ filan û bêvan.

Wele xweş xebere, lê min ne bawere cîgerim.

Di serî de û berî herkesî divê hûn guhertinekê di siyaseta xwe de bikin û dev ji dijminatî, hevrikî û nanokîyan berdin heval. Divê hûn siyaseta xwe ya karton, kanton û kartolan biguherin. Divê hûn siyaseta xwe ya demokratîk jehr û ziqûmê biguherin û wê quzilqurta ekolojîk-demokratîk tirşikê bi Kurdan nedin xwarin. Divê hûn siyaseta xwe ya dij Kurdistanî biguherin û sînorên dewletên dagîrker neparêzin.

Kengî we siyaseta xwe guhert û we îmana xwe bi ruh û giyanê Kurdistanî kemiland, bi soza mêrê çê, tu rikberî, berberî û jehr û ziqûm di navbera me de namîne û tu sax…

Dihok

About The Author