Kurd hene, Kurdên baş hene.

Mirov hene, mirovên baş hene.
Kurd hene, kurdên baş hene.

devliken
Doktor Xalid, him mirovekî baş, him jî kurdekî baş e.
Bi eslê xwe ji rojhilatê welêt e; ji Urmiyê ye.
Ji bav û kalan kedkar û xizmetkarên Kurdistanê ne.
Bi dehan şehîd dane di rêya Kurdistanê de.
Bîst û pênc-sîh salên wî ye li Londonê dijî, lê ew bîst û pênc-sîh salên wî yên li derveyî welêt derbas bûne, bîst û pênc-sîh caran bêtir ew kiriye kurd, ew kiriye evîndarê Kurdistanê.
Ji her çar perçeyan ji bo xatirê yekperçeyiyê û wek hev hez dike.
Serê kurdekî li ku derê biêşe, nanêre li nasnameya ku dagirkerê wî/wê dayiyê, xwe dike derman û li brîna wî/wê dipêçe.
Evdalê axa xwe, xizmetkarê netewa xwe ye, Doktor Xalid.
Di şerê Kobaniyê de ji Îngilizîstana xopan dide rê û xwe li êgir diqewimîne ji bo zarokên êgir.
Dused û sîh û pênc brîndaran tedawî dike, Doktor.
Û di nig de vedigere, Îngilîzistanê.
Brînên brîndaran dikewîne, lê brîna dilê wî nakewe; her jan dide.
Hestên xwe yên herî mirovî li cem zarokên xwe dihêle.
Bi lez û bez dezgeheke xêrxwaziyê ava dike û hewl dide dermanê her çar perçeyan li brîna yekperçeyiyê bike.
Roja Zêrîn ava dike û dest bi xêrxwaziyê dike.
Bi xêrên xwe eşqa dilê vî xêrxwazê welatperwer geş û gurtir bikin, gelî welatperweran.
Li nirxên xwe yên wek Doktor xwedî derkevin.
Bi hestên Doktor Xalid welatekî ji zarokên xwe re bihêlin.

About The Author