Jan 17, 2018

Bextê Xweda Tune ye

  • by Lotikxane
  • 1 month ago
  • Comments Off

Mûrad û Sadiq heval in.

Mûrad kesekî dilpak û piçekî kawik e; Sadiq jîr û jêhatî ye; nanê xwe ji kevir derdixe.

Pîqabeke Mûrad heye, lê ew pîqab belasebeb li ber derî betal sekiniye.

Sadiq tê ji Mûrad re dibêje, “Mûrad, tu feqîr î; zarokên te hene. Ka were em ê ji halê fêkî û zebze bikirin li pîqaba te kin û bibin ji xwe re li gundan bifiroşin. Karekî baş e û ez jî, tu jî ji xwe re pariyeke nan bixwin.”

Pêşniyar û teklîfa Sadiq xweşiya Mûrad dihere û roja din serê sibehê radibin diherin pîqabê dikişînin halê, fêkî û zebzeyên xwe dikirin, li pîqaba xwe bar dikin û didin kezeba rê berê xwe didin gundên hêla Dêrikê.

Meha rojiyê ye.

Mûrad bi rojî ye, Sadiq ne bi rojî ye.

Piştî li çend gundan digerin dibe êvar wexta fitaran. Panzdeh-pîst deqe maye ji fitaran re.

Nêzîkî gundekî ne.

Mûrad diajo, Sadiq li paş pîqabê ye.

Rê ne xweş, keremkortî ye.

Koncalek derdikeve pêşiya pîqabê. Sadiq devê xwe tije dike ku bibêje “baldar be” Mûrad li koncalê diqelibîne û tekerê pîqabê diteqe.

Ji hêrsbûna ronî di çavên Mûrad de namîne. Deriyê pîqabê vedike derdikeve derve; her du destên xwe ber bi jor vedike û dibe barebara wî, “Ka wek te bû? Ma meriv li hev wer dike! Meriv li evdê xwe wer dike! Ji sibehê heta êvarî ez xwe tî-birçî bihêlim ji bo te rojiyê bigirim, tu rabî li min wer bikî! De bi telaq min hew rojî girt û va ye ez ê rojiya xwe bişikînim! Û bila te niyha be min ku ez careke din ji bo te rojiyê bigirim!..”

Û ji Sadiq re dibêje, “Tu ka wê şûşeya avê!”

Sadiq li seeta destê xwe dinêre, deh deqe ji fitaran re maye.

Û şûşe di dest de ji ber wî direve. Li dora pîqabê hevdu gêj dikin.

Mûrad xwe digihîne Sadiq, şûşeya avê ji Sadiq distîne û bi ser xwe dadike; têr vedixwe û dibêje, “Oxxx! Min kir te!”

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »
%d bloggers like this: