Kurd nikarin bibin nîjadperest

Piştî ku kevnewekîlê HDP Hasîp Kaplan li dij derket ku yekî Tirk bibe serokê HDP, mijara nîjadperestî û nîjadperestîya Kurdan rojeva siyaseta Kurd û Tirkan xemiland. Tirkên di nava HDP de û çapemanîya Tirk di kesayetîya Hasîp Kaplan de Kurd wek „nîjadperest“ gunehbar kirin û êrîşî Kurdan kirin. Tirkên ku  bi sedê salan e xwe ji nîjadperestîyê kêm nakin û bi nîjadperestî êrîşî ser Kurdan dikin, bi gotinek Hasîp Kaplan Kurd kirin nîjadperest.

Di vê derbarê de rojnamevan Îrfan Aktan, hevpeyvînek balkêş bi rewşenbîr, pispor, siyasetmedar û akademîsyen Doç. Dr. Bariş Unlu re kir.

Bariş Unlu, di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser wê yekê ku „nîjadperestî sîstemek e, ji ber vê yekê jî Kurd nikarin bibin nîjadperest“ û got: „Nîjadperestî sîstemek rûniştî ye, ne mimkin e ku li Tirkîyê Kurd yan jî Ermenîyek bibe nîjadperest. Li Tirkîyê sîstemek bi navê„Peymana Tirkîtîyê“ heye ku sîstema civakî, siyasî û aborî bi vê sîstema Peymana Tirkîtîyê dijî“.

Bariş Unlu, berî du salan bi grûpek akademîsyen re belavokek bi navê „Emê Nebin Şirîkê Vî Gunehî“ îmza kiribû û li dijî polîtîka dewleta Tirkîyê ya li dijî milletê Kurd derketibû. Ji ber vê helwesta wî, dewletê ew ji Fakulteya Zanyarîyên Siyasî ya Zanîngeha Enqerê dûr xistibû û ji kar avêtibû.

Bariş Unlu, dibêje: „ Dibe ku gotinên Hasîp Kaplan li xweşîya hinekan neçe, lê gotinek bi vî awayî Kurdekî nake nîjadperest. Tenê bi gotinek nexweş meriv nabe nîjadperest. Nîjadperestî sîstemek dîrokî, civakî û rûniştî ye. Li gor min kesên ku hem di rêza nîjadî hem jî di rêza hîyerarşîyê de girêdayî grûpek serdest in kari nîjadperestîyê bikin“.

Unlu, di dewama hevpeyvîna xwe de tîne zimên ku „desthilatdarî û derfetên reşikên Amerîkayê û Kurd û Ermenîyên Tirkîyê nîne ku bibin nîjadperest“ û dibêje: „Nîjadperestî incex di desthilatdarîyê çêdibe“.

Bariş Unlu, balê dikşîne ser Tirkperestîya Tirkan û tîne zimên ku „Tirk di kiryarên xwe de Tirkperestîya xwe nabînin. Lê ku Kurdekî tiştek kir, ew tişt yekser dikeve çavê wan û Kurdan pê tawanbar û sûcdar dikin“ û dibêje: „Divê em Tirkbûnê wek avekê bifikirin. Tirk jî wek masîyên nav wê avê ne. Di nava Tirkayetîyê de çêbûne, tê de mezin û perwerde bûne û Tirkayetî xistine hinavê xwe. Tirkayetî sîstemek wisa ye ku di malê de bi perwerdeya dê û bav dest pê dike, li dibistanê, li taxê, li dibistanê, li artêşê û bi perwerdeya li mizgeftê berdewam dike“.

Bariş Unlu, tîne zimên ku „li Tirkîyê gellek malbatên Kurd zarokên xwe asîmîle kirine, ji bo ku zarokên wan ji ber Kurdbûna xwe di civaka Tirk de neyên binpêkirin û ji xwe şerm nekin, ew kirine Tirk“ û dibêje: „ Kurd û Ermenî, gava dikevin der û dorên dezgehên dewletê, heta ji wan tê nasnameya xwe vedişêrin. Ermenî xaça xwe di bin cil û bergên xwe de vedişêre, Kurd jî gava zanibe ku bi axavtina wî ya Tirkî wê Kurdbûna wî eşkere bibe, qet neaxive û xwe bêdeng dike. Lê gava derdikevin derveyî der û dorên dezgehên dewletê, her tişt vedigere ser eslê xwe, xaç ji bin cil û bergan derdikevin, Kurdî paş de tê, fikir û hest derdikevin holê“.

Bariş Unlu, balê dikşîne ser „Peymana Tirkîtîyê“ û di wê bawerîyê de ye ku „Peymana Tirkîtîyê“ şikil daye Kemalîzm, Îslamîzm û sosyalîzma Tirkîyê“ û dibêje: „ Di nav Tirkan de tenê yek kes derketiye derveyî Peymana Tirkîtî û Tirkayetîyê. Ew jî Îsmaîl Beşîkçî ye. Heta niha nehatiye dîtin ku îslamîstekî Tirk di mijara Kurdan de xwe xistibe bin rîsk û xeterê. Kesên ku hinek bedel dabin jî tenê ji nav çepan derketine. Her çiqasî çepên Tirk bi fikarek sosyalîstî li dora mijara Kurd û Ermenîyan dizîvirin jî, lê dikin û nakin nikarin vê mijarê (mijara Kurd û Ermenîyan) binirxînin û analîzek baş li ser bikin. Ji ber vê yekê nikarin rewşa Tirkîyê jî analîz bikin. Tevgerên sosyalîst yên ku nikaribin analîzek rast û dirust li ser mijara Kurd û Ermanîyan bikin, serketina wan jî pir zehmet e“.

Z.B / Peyama Kurd

 

About The Author