Mehane an Kurdistan?

Selahedîn Çelîk

Ev demek e li Başûrê Kurdistanê aramiyeke xapînok hebû. Bi yek derbê xwepêşandanan dest pê kirin. Çi sosret e, ne Bexdayê lê Hewlêr kirin hedef. Bivênevê ev pirs tê bîra mirov; xem mehane ne, an tevdan e?

Mirov dikare civaka Başûr weke muçexurên desthilatê bir nav bike. Hikûmet weke dezgeha xêrxwaziyê ye. Ev ne zexmî, lê qelsî ye.

Erê statuko nû bû. Ezmûna desthilatbûnê tinebû. Şer hebû. Dîsa jî da ku em civakê ji girêdaniya desthilatê rizgar bikin, derfet kete destê me. Mixabin! Me mejiyê xwe bi petrolê xwar. Ma xwepêşandanên îro ne berhema wê bêxemiyê ne?

Jê jî xeteretir

Li Bexdayê leşker, karmend û îhaleyên xeyalî hebûn. Ma heman gendelî li Başûr jî nebû? Çîrokên diziyê bûne mijara çanda civakî.

Sîstem tevlîhev e. Qasî ez zanim, pereyê terxankirî bo mehaneyan ji Bexdayê dihat. Ew jî, bi parvekirina hatiniya petrolê ve girêdayî bû. Li ser şer hebû. Herwiha pirsa mehaneyan çiqas çû mezintir bû.

Sîstema rêvebiriya Başûr jî têra xwe tevlîhev e. Mînak: Ji Zaxo û Silêmaniyê re mehane çawa diçin? Ji heman dezgehê? Kê hejmaran çawa kontrol dike?

Rola dubendiya partiyan? Mînak: Du dezgehên sîxuriyê hene. Çend karmendên wan hene? Kê mehaneyên wan dide? Û hê çend dezgehên wisa hene? Sîxuriya bi YNKê ve girêdayî, di destê koma xiyanetkirî de ye. De ji bin derkevin!

Berteka civakî mafekî gerdûnî ye

Berê jî xwepêşandan çêbûn. Lê her carê berê xwe dan dezgehên PDKê. Ji wêkê deqa herêmî û partîtiyê xwarin. Navekî nebaş li pişt xwe hiştin. Lê çi be jî, diviyabû desthilat guh bida giliyên civakê. Mixabin ew li Başûr hê nebûye çand.

Me xwepêşandan bi Îranê ve girêdan. Dibe. Rakeşiya PDK û Goranê ji wir derket, ku hê jî berdewam e.

Divê mirov bipirse; ma Îran wisa xwedî bandor e? Heke Tehran berî çend salan dikarî wê tevlîheviyê bike, îro dikare her tiştî bike. Jixwe dixwazim berê wê bidim vê babetê.

Rojeva Başûr guheriye

16ê Cotmehê artêşa Iraqê bi plan û piştgiriya Tehran û Enqerê, êrîşî Kurdistanê kir. Bi tevkariya xiyanet û rebeniya ji malê, Başûr kete rewşeke xerab.

Balafirgeh girtî ne. Gellek derîyên bazirganiyê girtî ne. Falinc li aboriyê ket. Hatiniya petrolê? Pişta sîstema darayî li erdê ye (ma ew qet hebû?). Sîstema karmendan jî. Bexda budçeya Başûr nadê. Bi Kurdan dileyize. Heqaret li wan dike. Bi petrola wan weke parsekan li wan dinêre. Radestbûnê dixwaze.

Kerkûk, Şengal, Xaneqîn, Xurmato û Maxmûr hatine dagirkirin. Bexda zêdetir dixwaze. Bi aboriyî û bi leşkerî êrîş dike. Aloziya civakî tev dide. Bêguman bi tevkarîya hevkarên ji malê.

Ez xwepêşandanan rasterast bi Bexdayê ve girê nadim. Lê Kurd ji nav xwe çiqas qels bikevin, ew di berjewendiya Bexdayê de ye. Bexda dixwaze statûkoya siyasî birûxîne. Ji wêkê dibe xwepêşandan tevkarî li planê Bexdayê bikin.

Çima xwepêşandan tenê li herêmên têzanîn dibin? Xweska li Duhok û Zaxoyê jî bûbûna. Xelet bûya jî, bila xeletiya neteweyî bûya.

Tişta mirov diêşîne; nîjdeya Silêmaniyê, Kerkûk firot, Kurdistan firot. Çima ji wan re yek gotina xwepêşandanan tineye?

Hedef Hewlêr be, êdî ew xelet e. Ji ber ku Bexdayê hima hima hemû mafên wê xesp kiriye. Dijminê we, Bexda ye.

Diyar e ku hemû pirsgirêk bi ya neteweyî ve girêdayî ne. Her rojeva mirov ji wê rastiyê dûr dike, zirar dide Kurdan.

Nebî welatparêz, nabî civakparêz jî

Ez ji serî ve girîngiya hêza civakê binxêz dikim, lê heke ew ji astengiyên herêmî û yên partiyan bibore. Divê daxwaza neteweyî, serdestê xwepêşandanan bibe.

Erê barê jiyana rojanê qet ne biçûk e. Lê ev zelal e; aliyê civakî û neteweyî bûne yek. Divê xwepêşandan vê guherînê bibînin.

Hewlêr hewl dide ku xwe bide hev. Bi taybetî di qada navneteweyî de xebateke balkêş dike. Divê berteka civakî li ber nebe kelem. Lê divê Hewlêr jî baş fêm bike, ku bi awayê berê nameşe. Daxwazên civakê li ber çav negre, nikare rabe ser piyan.

Talûkeyeke din; pirsgirêkên karmend û mamostayan, sibê li pêşiya pêşmergeyan e jî. Divê desthilat di keftûlefta tedbîrên bingehîn de be. Ji ber ku dijmin bedkarî li her êşa kurdan dike.

Bi çavê partîtiyê xwendina xwepêşandanan xelet e. Tevî rewşa giran jî, Başûr bi xweşbînî li çalakiya girseyan dinêre. Li cem yên din ew qet ne mijar e.

Rûdaw

About The Author