Bila meriv ne kerê umetê be, bila meriv dizê umetê be!

Erê me ji berê de zanîbû ku Kurd kerên umeta Îslamê ne, barê umetê yê giran lê kirine, bi ser de jî lê siwar bûne û li çolistanan tî û birçî ji bo umetê bezandine. Kurd ji bo berjewendîyên umetê bikar anîne, li dij “gawir” şandine şer. Di dawî de “gawir” ji bilî Kurdan ji hemû pêkhateyên umetê re dewletên neteweyî daye damezrandin, milkê Kurdan jî li wan par vekiriye. Werhasil 50 mîlyon Kurd bê welat, bê dewlet hîn jî kerên umetê ne.

Tirkên şamanîst wek Kurdan ne bêaqil bûn, ji bo berjewendiya xwe wan Îslam bikar anî. Demek dirêj umet kirin amûra desthilatdarîya xwe, heta ku pîyên xwe bi cîh kir, ji xwe re milkek bi dest xist û ji xwe re kir welat. Tirk bi vêya jî nesekinîn, bi dek û dolab bûn serokên umetê jî.

Dema Osmanîyan Fexredîn Paşayê wan hemû Emanetên Mukeqes ji Medînê dizî û anî Stenbolê. Xelîfetîya Îslamê bi dest xistin û bûn desthilatdarê umetê. Êdî Ereb qûna xwe li ava sar xin jî fêde nake. Ancax karin bi peredayînê werin li Muzexana Topqapî li Emanetê Mukqedes mêze bikin.

Diz miz helbet wê Tirk bi ceddê xwe, bi bapîr û kalikên xwe şanaz bin. Bila Kurd jî bi kertîya umetê di ser birînên xwe de binalin wesselam…

 

 

About The Author