EFRÎN

Xidir Ûso

Efrîn bi hezarê salan e ku Kurd lê niştecî ne. Bûye hêlîna gelek şaristanîyên Kurdan yê mîna Supartu, Hurî, Mîtanî, Med û heta Eyûbîyan. Efrîn heta îro Kurd û Kurdistanîbûna xwe parastîye.

Ji Babîla heta Asûra, ji Osmanî û Farisan heta piştî Peymana Lozanê dewletên mêtinkar yên Tirk, Faris û Ereb bi zordarî, tevkuştin û koçberkirin welatê Kurd wêran kirine, cıvata Kurd ji hev belav kirine, bi demografîya Kurdan lîstine û welat û civata Kurd par û perçe kirine.

Hêzên emperyal, ji bo serwerî û berjewendîyên xwe li herêmê biparêzin, doza gelê Kurd ji xwe re wek kartek sazkirina tevlîhevî û krîzê bi kar tîne.

Gava hêza serdestan têrî dîlkirina Kurdan nekiribe jî bi rêya hin Axa, beg, şêx, eşîret, ol, terîqet, mezheb, partî û ideolojîyan beşek ji Kurdan bi bertîl û meqaman kirîne, civata Kurd ji hevde xistine, Kurd bera pêxîla hev dane û serwerîya xwe li ser wan ferz kirine.

Ev heyştê sal in gelê Kurd, tu demê mîna vê qonaxa ku Iraq û Sûrî tê de ye, ewqas nêzî serxwebûnî nebûye! Ji alîkî de du dewletên mêtinkar Iraq û Sûrîye, li ser Kurdistanê otorîta xwe ya sîyasî û leşkerî wenda kirîye, ji alîkî din Îran û Tirkîye, pirsgirêkên aborî, sîyasî û navneteweyî dijîn.

Ji alîkî ve hêzên emperyal, ji bo serwerîya heremê, hêzên Kurd azamî bi kar tînin, ji alî din ve mêtinkarên herêmê yên nîjadperest, ji bo pirsgirêkên xwe çareser bikin, li hember doza gelê Kurd, hemû nakokîyên xwe datînin alîyekî û bi hevre dikevin hevkarî û yekîtîyê.

Lê li bereya Kurd rewş bi awayekî din e: li Başûrê Kurdistan, beşek YNK, Goran û Komela Îslamî û li her çar beşê Kurdistanê, bi taybetî li Bakur û Başûrê Rojava Pkk yan seksîyonên wê, xwedî îdeolojî û helwestek dijî berjewendîyên civatên Kurdistanê, lê li gorî berjewendîyên mêtinkaran tevdigere. Li dijî armanc û helwestên demokratîk û neteweyî tevdigerin, li şûna ku bi hêzên Kurdistanî tevbigerin û hevkarî bikin, bi dewletên mêtinkar, hêzên şoven û nijadperestên neteweyên serdest re hevkarî û alîkarî dikin. Ev rewş, ji alîkî ve ji rizgarî û azadîya gelê Kurd re dibe astenk, ji alî din ve dibe egerê êrîş, qirkirin, malwêranî û berdewamîya bindestî û rebenîya gelên Kurdistanê!

Li Başûrê Kurdistanê, gelê Kurd bi referandumek demokratîk biryara serxwebûnê da, lê van hêzên xayin, bi hêzên mêtinkar û terorîst re hevkarî kirin û ji dewletbûna demokratîk ya Kurdistanîyan re bûn asteng û bûn sebebê trajedîya Gelên Kurdistanê ku li Duzxormatû, Şingal û Kerkûk pêkhat!

Serok Mesûd Barzanî, bi hevaltî û piştgirêdana bi Amerîka û mêtinkaran sûcdar dikirin, lê îro vekirî derket holê ku tenê bi raya gelê xwe û hêzên Kurdistanî bawerîyê tîne.

Lê Pyd/Ypg û rêvebirên Kantona Efrînê behsa xiyaneta Amerîkî û Rûsan dikin û ji bo alîkarîyê lava ji rejîma Sûrîye dikin, dibên; “me vê dera ji bo yekîtîya axa Sûrîye parastîye, werin ax û sînorê xwe biparêzin!” Ev jî rêdide ku tu armancek Pyd/Pkk ya Kurd û Kurdistanî tune ye. Çawa ciwanên Kurd, li Reqa’yê, Dêrezor û deverên ne erda Kurdan e, di ber rejîmê de dide kuştin, li vir jî ne ji bo Kurd û Kurdistanê ye.

Lê armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdan e. Kurd û binavê Kurdan li ku civatek Kurd hebe, mêtinkarên Tirk, Ereb û Parsek ji bo berdewamîya serwerîya xwe xeter dibîne.

Îro êrîşkirina ser Efrînê, mîna êrîş û dagîrîya Kerkûkê, bi hevkarîya her çar dewletên mêtinkar û piştgirîya zimnî ya hêzê navnetewî ye.

Dewleta Tirk bi hevkarî û caşiktîya hêzên îslamî êrîşî Efrînê û herêma Kurdistana Başûrê Rojava dike, da ku deverên dagîr bike, Kurda biqewirîne, hêzên hevalê xwe yên terorîstên îslamî li wan deran bi cîh bike û wek garantorên wan li Soçî û Cenevre rûnê ku Kurd mafekî herî bi çûk yê çandî jî bi dest nexe.

Mêtinkarîya Tirk, di êrîşa li hember gelê Kurd tu sînor û pîvanek mirovî nasnake. Dilê herkesekî merivperwer diêşe. Her Kurdekî welatperwer, bi dilê şewat dixwaze bê qeyd û şert li dij êrîş û qetla dewleta tirk ya li Efrînê derkeve. Lê sîyaseta rêvebirîya Pkk/Pyd destûr nede, wê kî an kîjan hêz çawa karibe li Efrînê xwedî derkeve!?

Heger Pyd/Pkk, li hember êrîşên dewleta Tirk, xwedî xemek demokratîk, civatî û mirovî be, wê bi hemû hêzên Kurdistana B.Rojava yên demokratîk û netewî re yekîtîyê bike û dûvre alîkarî û hevkarîya hemû hêzên Kurd yên her çar perçê Kurdistanê bixwaze.

 

About The Author