Dolaba Îvanko

Di dema ku hîn sosyalîzm, li ser hêz û qweta xwe bû, çi li Yekîtîya Sovyet û çi li her welatekî sosyalîst li Ewrûpa Rojhilat, xelk zor ji wan rêjîman bêzar bûbûn û gelek serpêhatî û pêkenok li ser wan dihatin gotin.

Dibêjin carekê Birêcinêv û madama xwe, li Moskoyê diçin parka lîstikan, li wir dolabekî dibînin ku, gelek xelk li dora wî kombûne, îca xwedêgiravî dipirsin ku mesela wî dolabî çiye? Ji wan re dibêjin ku, yê bixwaze temenê xwe biçûk bike, dikeve dolab û li gor bixwaze wê xwedyê dolab wî biçûk bike.

Dema Birêcinêv vê yekê dibihîse, dizîvire ser jinika xwe, ya heftê salî û jêre dibêje: Padrûga (heskiryê) têkevê, têkevê, bera te vegerîne keçek çarde salî law!

Jinika rûqermiçî, xwe têde diperixîne û xwedyê dolab jî, dolabka xwe digerîne û her fitlekê badide, pêre dibêje: 60 sal, 50 sal, 40 sal, 30 sal, 20 sal…dema 20 sal bilêvkir, hema Birêcinêv got: bese, bese! Bîst sal gelekî başe! êdî Padrûga vegerya keçkanya berê û ji ser dolabê hate xwarê û ji Birêcinêv re got: de îca tu siwar be, bera te jî vegerîne xortanya berê, Lubîmî (Habîbî).

Birêcinêv siwar bû û Îvankê min û we, bi dilekî kîn dolab gerand: 70 sal, 60 sal, 50 sal, 40 sal, 30 sal…dema got 30 sal, hema keçikê got: bese, bese! wilo Birêcinêvkê min pir xweşik û ciwan vegeryaye! lê Îvanko guh nedayê û gotê: na na na, dev ji min berde! 20 sal, 10 sal, divê ez wî bixim wî cihê ku jê derketiye û hatiye bûye bela serê me!

Îca îro Erdoxan ku, şaşika Osmaniyan daniye ser serê xwe û bi hemî hêza xwe û ya Nato, bi tank, top, firoke, artêş û çeteyên xwe, berê xwe daye Efrînê û dixwaze Efrîn dagîr bike û xwedêgiravî weku ew dibêje, ji xelkê wê paqij bike.

Cîgerim!

Ma te çi anî serê xwe looo?

Te xwe xist çi pirrikê?

Ma te cih nedît ji Efrîn pêve?

Ma tu nizanî ku li Efrîn, her keç û xortekî kurd li ser dolabekê ye?

Wê yekooo-yeko, çi leşker û çi çete, wan bixin cihê ku jê derketine babam!

Waaax ma te çi anî serê xwe Osmano?

Ez bi telaqê diya Osman kim, tu destê Papa maç bikî, tu kirasê Papa jî maç bikî, tu xwe bavê hembêza Bexdadî, tu xwe têxî nav şeqên Qeredawî jî, êdî rizgarî ji vê çamûr û pirrikê tuneye, mane ji berê de gotine ku, ecelê biznê tê nanê şivên dixwe Osmanooo!

Eger tu nizanî, ezê ji te re bêjim Sultanler: Di bin her lat û kevirekî Efrînê de, di bin her darek zeytûnan de, şervanek heye, şikeftên çiyayên Efrînê, ji şêr û lehengan dagirtîne, ev nifşên Salar û Horo ne, Salar bi tena xwe, di wan şikeft û çiyan de, deşt û zinaran de, bi salan şerê hukûmetekê kir, mihemedçîk, heq ji vî şerî dernakevin, ma rovî û sûk Sultanler!

Min lotikek da û Sultanler jî, zîtirkek da, lê lotikên kurê Berya Mêrdînê, bê dîn û bê îman in, ne wek zîtirkên kurê sikakên Stembol û Enqerê ne. Ev bûn bîst roj ku şer berdewame lê, çeteyên Sultan Paşa, nû xwe gihandine gundekî ser sînor û dest bi diziya mirîşk û elokan kirine.

Law hey min xiyarên bergîlên Licîyan, li dê û xuşkên we qeliband, ma qey elok û mirîşkên me jî di çavên we de bûne terorîst?.

Sorun değil erqedaş! (ne xem e), hûn kevok û mirîşk û elokan bikin armanc û emê jî, tank û leşker û çete û xwefiroşan bikin armanc û afiyet olsun!

8.02.2018

 

About The Author