Ji bo xwe netew

Şerefxan Cizîrî

Mirov dikare bibêje ku ji bona xwe netew, an ji netew ji bona xwe di heman wateyê de tên bikaranîn. Neteweyeke ku bi hemû hişmendiya xwe ya dîrokî, kulturi û civakî li hebûnên xwe û di asteke berz de li netewa xwe xwedî derbikeve. Li edebiyat û zimanê xwe xwedî derbikeve. Li şiruşta welatê xwe xwedî derbikeve. Li nasnama xwe ya netewî xwedî derbikeve. Berjewendiya netewa xwe ji ya xwe ya kesayetî, malbatî û heremî bilindtir bigire. Xwe weke kes di nava netewa xwe de bihilîne û pêşengiyê bide berjewendiya netewa xwe. Wê gavê ew dibin netew ji bona xwe.
Dîsa netew ji bona xwe, li rûhê xwe yê netewî xwedî derdikeve û xwe di gelek waran de ji bona xizmeta netewa xwe tekûz dike. Neteweyekî ku xwe li ser himê xwe yên netewî birêxistin bike, potensiyela xwe ya dîrokî komî ser hevdû bike û berjewendiyên xwe yên netewî bike sîyaseta sereke di nava cıvata xwe de. Li ser bingehê bi hevdû re jiyanê jî aşitîyeke netewî di nava xwe de saz bike.  Netewên ji bo xwe mafê ku ji bona netewa xwe diparêz in, divê ji bona netewên din jî wî mafî rewa bibine. Yan na ew dibin şoven, nejatperest, dagirker, heta dibin xwedî armancên emperyal. ûhw.

Dîroka cıvata netewî li dinyayê heta nûha wilo pêşketiye.
Baş e; ma netewên ku ne ji bo xwe ne di warê civatî, fikirî û ramanwerî de di çi astî de ne gelo? Bi rastî ew weke netew di nava netewan de tên bi navkirin û ew li mazata civatan hene lê belê bi hişmendiyeke netewî tevger nakin. Hişmendiya wana negîhaye asta ji bo xwe netewîbûnê. Mirov dikare bibêje ku ew di xwe de netewe ne, weke civat, weke dîrok, weke ziman, weke kultur ew her hene, lê bi hişmendiya netewî tevger nakin. Berjewendiyên netewî dernaxînin pêşberi cıvata xwe. Ango weke netewe hîna ew kamil nebûne. Di warê netewayetîye de ew qurmiçî mane. Entegrasyona wana ya netewî baş xurt nebûye, hişmendiya wana heremî, eşirî, malbatî û olî maye. Di dema me ya modern de bi aqilê gundîtîyê, malbatîyê û heremayetiyê tevdigerin. Rastiya xwe dixin dewsa rastiya welatê xwe.
Weke komikên etnik-netewî tevdigerin lê belê di asteke bilind de naxwazin netewayetiyê bikin. Di nava helwesteke kevneperestî de avjenîyê dikin û agahdariya wana ji çerxa dinyayê jî zêde tüneye. Berjewendiyên xwe yên sosyal û siyasî di ser berjewendiyên xwe yên netewî re digirin. Hergav xwe weke raye, xulam û xizmetkarên hinekan dibinin. Ev “hinek” jî xwe ji wanan mezintirin dibinin. Xwe ramandina wana û kesayatiya wanan li ser vî bingehî pêş de diçe. Li xwe temaşe kirina wanan jî wilo ye, bi taybetî xwe wilo fêrî hebûn û jiyanê kirine.
Mirov dikare bibêje ku di pirsa hişmendiya netewî de hîna ji di xewa şêrin de ne.  Hişmendî û exlaqê wana jî formasyona xwe wilo girtiye. Bi rastî ev hişmendî sexteye û ne hemdemî ye. Ev hişmendiya nivco mentalîta xulamtiyê pêş de dibe. Mirovên wilo yekcar ji bîra dikin ku ew, gava ku ew bihêjin asta netewe ji bo xwe, wê gavê pêdiviya wana ku bibin raye, bibin xulam û bibin xizmetkarên “hinekan” ji holê radibe. Ew jî wê gavê bi rastî dibin xwediyê azadî û rizgariya netewî.
Ew wê gavê ji bona xwe dibin netewe…
Dîtineke ku di vê pirsgirêk û helwestê de dikare şaş werin fahmkirin heye, em divê li vir baş vê şaşîyê zelal bikin; ji bona xwe netew tucara nayê wateya ku em hemû nakokîyên siyasî, fikrî, civakî, îdeolojîkî, ekonomî ji holê rakin. Naxêr; ji bona xwe netewe tê wateya ku di pirsgirêkên netewî de, hemû mirov bi hevdû re helwesteke netewî ya bingehîn pêş de bibin. Berbî yekrêziyê de tevbigerin. Pirsgirêkên xwe di dema wana de çareser bikin. Ew helwesta netewî ku em qala wêna dikin beşik û bi rastî di berjewendiya hemû netewe de ye; weke minak,  bikaranîn û pêşdebirina zimanê Kurdi di hemû berjewendiya Kurdan de ye, ma ne wilo ye? Minak, ma dewletbûn û pê re avakirina saziyên netewî yên Kurdan ne di berjewendiya hemû Kurdan de ye? Mînak, ma doz û nasname ya Kurdan ya navnetewî ne di berjewendiya hemû Kurdan de ye? Dîsa, ma geşedan û pêşketina Kurdistanê di ne di berjewendiya hemû Kurdan de ye? Dîsa,  ma azadiya fikir û raman, demokrasi û dadwerî ne di berjewendiya hemû Kurdan de ye? Ma Medyayeke netewî û hevdem ne di berjewendiya hemû Kurdan de ye? Ûhw…
Belê, Netew ji bo xwe ew e ku di warê netewî de yekrêziyeke netewî, hevbeşîyeke netewî ava bike. Lê ev yêkrêzî tucara nayê wateya ku di civatê de nakokî tunebin, netew ji bo xwe ne civateke bê nakokî ye. Netew ji bona xwe nayê wateya ku hemû Kurd di nava yek rêxistina sîyasî de bi hevdu re karbikin. Netew ji bona xwe rê ya çareserkirina nakokiyan bi metodên hevbeşîyê, bi metodên beşdarbûnê û bi hişmendîyeke netewî digihîne encaman û civatê ji nakokiyên malkambaxî rizgar bike. Ango, ev yêkrêzî dikeve pêşiya sosretên civatî, rê li ber travmayên sîyasî û xaîntiya bi welat re digire. Mirov dikare bibêje ku netew ji bona xwe nakokiyên xerabkar minîmalize dike, nakokiyên ku weke civat Kurdan lawaz dihele, ji xwe dûr dixine.  Cıvata Kurdan bi hemû haweyan xurt dike. Ev yekrêzîya ku em qala wêna dikin civatê li hevdû dibanîne û aşitîyeke netewî di nava xwe de ava dike.
Ma jêhatbûn û aqilekî hemdemî jî ne ev helwest bi xwe ye?
Werhasil, Di Rojhilata Navîn de em Kurd heta nûha him li welatê xwe û him jî di dinyayê de em neketina nava pêvajoyeke ku raserî dîrok, şariştanî û kultura me bi rê ve diçe.  Em heta nûha di xwe de netewe manê, lê ji nûha û pê de divê em bibin netewe ji bona xwe!
Mardin Life

About The Author