Repbûn Li Xwedê Jî Napirse!

Devliken Kelogirî Xêr û guneh di stuyê Meleyekî tirk de be, di weazeke xwe de dibêje:ç “Rojekê Muhamed tê mizgeftê ji bo li pêşiya cimhetê nimêj bike. Lê hest...

Devliken Kelogirî

Xêr û guneh di stuyê Meleyekî tirk de be, di weazeke xwe de dibêje:ç

“Rojekê Muhamed tê mizgeftê ji bo li pêşiya cimhetê nimêj bike. Lê hest û hîs li serê wî dibin bela û mejiyê wî dîl digire. Di bin fîstanê wî yî spî de kîr lê dibe sing; dike nake nikare li nimêjê germ bibe. Destûrê ji cimhetê dixwaze û radibe dikeve rêya malê. Çawa digihêje malê ji jinên xwe re dibêje, ‘kî ji we kare agirê ji nav nigên min difûre vemirîne?’ Ji jinan yek bi hewes û heyecaneke bêpîvan bi destê wî digire, wî dibe odeya raketinê û dixirpişin ser dilê hev. Di nava panzdeh deqeyan de Muhamed fîşeka xwe pê de diteqîne, hest û hîsên ku xwe li mejiyê wî pêçabûn sist dibin û paş ve vedikşin. Muhamed radibe xwe helal dike, fîstanê xwe yî spî dikişîne ser bedena nermbûyî û dîsa li mizgeftê vedigere. Dema dikeve hundir, cimhet li şilbûna rîh û porê wî tê digihêjin ku pêxemberê wan xwe nerm kiriye. Muhamed jî ji wan venaşêre jixwe. Derdikeve pêş cimhetê, destê xwe diavêje rîha xwe û nav porê xwe, dibêje; ‘heger hat û rep bû, hûn li ser nimêjê de bin jî, ji bo îbadeta we bi wê fikira şeytanî nelewite, herin fîşeka xwe biteqînin û dû re li ser nimêja xwe rûnin. Îbadeta herî bi xêr ev e. Divê her tişt di wexta xwe de bê kirin.”

Dema ev bûyer diqewime Muhamed mêrê çend jinan e, ne diyar e. Jixwe mele jî di weaza xwe de vê meseleyê zelal nake.

Categories
Devliken KelogirîKadînQuncik
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Sekn û helwesta serek û rêberan

    Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
  • Serok Papa

    Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
  • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

    Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...