Aştî Hawramî û firotina petrolê

Bazê Qendîlê

Dibêjin carekê, kurek di cadê de dimeşe, dibîne ku keçek li ber deriyê hewşekê ye, lê heta destên wê jî bi lepikan hatine veşartin. Kurikê min û we gotê: eger tu destên xwe ji min re derxînî ezê 10 lîreyan bidim te. Keçik tema bû û destên xwe jêre ji lepikan derxist. Rojek din cardî di wire derbas dibe, dibîne keçik li ber derî ye, cardî gotê: eger vê carê tu ruwê xwe derxînî, bi 20 lîreyan. Hercar jî kurik pereyan ji bavê dixwaze û dema bav jî jê dipirse bê ew çi ji van pereyan dike, ew dibêje ku wî projeyek heye.

Werhasil, kurik her tiştekî ji keçikê datîne beramberî wê, komek pere dide wê. Cara dawî gotê: eger îşev ez bêm ba te û di ser kezeba dilê te kevim ezê 1000 lîreyan bidim te. Hezar lîreyên wê demê jî, te dikarîbû pê gundekî bikirî. Keçik jî tamişkî bûbû û bi kêfa dilê wê bû.

Lawikê dilşewitî ji bavê xwe re got: Welle bavo, projeya min hema ber bi dawî diçe, lê vê carê pêwîstiya min bi 1000 lîreyan heye.

Bavê feqîr kir û nekir, xwe ji daxwaza kurik rizgar nekir û mecbûr bû ew pere danê. Dema kurik ji malê derket, bavê wî bi dizî da dû wî, ta bizanibe ka ev kur di çi projeyê de kar dike. Kurik ji vê cadê û wê cadê, vê ziqaqê û wê ziqaqê û bavik jî bi dûdeye. Ji nişkave kurik ket hewşekê û çû nav mezelekê, bav jî çû ber derî û di qelşa derî re li hundir meyzand, heylooooo çi bibîne….kurê wî ketiye ser laşekî nazik û spî de û çawa wê diqulpîne vî alî û wî alî. Bavê di dilê xwe de dibêjê: wey te di diya min kutawooo te ewqas pere ji min birin, ji bo ku tu xiyarê xwe razî bikî! Lê dengê xwe nekir û xwest bibîne ka dawiya meselê çiye.

Lawik ewqas keçik alast û qulapt valî û walî heta ku laşê wê hemî kir kareba û sêla sorkirî! Keçikê nema xwe girt û jê re got: Ez bi qurbano bera tirêna te di nava stasyonê keve heyran, welleh ez nema xwe digrim! Bav jî xwêdanek wî diçe û yek tê û dirana li kurê xwe diqirçîne, lê dixwaze bibîne ka dawî çiye. Nêzîkî ku li keçikê xweş bê, kurik qûna xwe bilind kir û sekinî, lê keçika dil û gurçik û kezeb şewitî gotê: Bajo, te agir bi dilê min xisto bajo!

Kurik gotê: Naaaa, ez bê pere najooom.

Keçik: Ev hezar lîre

Kurik: Naaaa!

Kaçik: Pênsed hezar

Kurik: Naaaa!

Keçik: Melyonek

Kurik: Naaaa!

Keçik: Melyon û nîvek

Kurik: Naaaa!

Lê hîn naaa kurikî dawî nebûbû, hema bavê wî xwe li derî xist û bi hemî hêza destên xwe, qûna kurê xwe bi ser keçikê de temisand û gotê: Kuro bajooo, berxê bavê mino bajooo!

Allahwekîl, Aştî Haramî, wîîî, bibûrin, Aştî Hawramî jî, wek wî kurê ku xwest di riya projeyeke taybet re pereyan qazanc bike lê hatiye. Ji dema ku ev sermezin bûye wezîrê petrolê, hercarekê gotinekê dibêje û sozekê dide van xelkên ku çavên wan li xwedê û van mûçeyan e.

Ji 300 hezar bermîlan destpêkir û got ku ewê mûçeyên fermanberan misoger bike, lê mûçe mehekê dereng xist. Lotikek din li xwe xist û kir 400 hezar bermîl, mûçe du mehan dereng xist. Rabû serê xwe li dîwaran xist û got ku eger rê bidinê û rêjeya şandina petrolê zêde bike wê hemî aloziyan çareser bike, û jimare gihand 500 hezarî, lê vê carê mûçe sê mehan dereng xist. Ew kişandin perlemanê û li dorê bû qidqida dîk û mirîşkan û lotikên bê dîn û îman avêtinê, lê cardî zora wan qerase û boxboxan bir û got: Ez vê carê sozê didim we û gelê xwe, eger em dest ji Bexda û qûnreşan berdin û di riya xwe re petrol xwe bifroşin, emê heta meha Tebaxê hemî mûçeyên xelkê bidin wan û yê zêde jî ezê li we belav bikim! Bi van fen û derewan, rêjeya şandinê gihand 700 hezar bermîlan di rojekê de, 700 hezar bermîl law! Lê jimara mûçeyên xelkê, yên wernegirtî gihişt çaaar mehan. Ê law oxlim, ma tu wek wî kurikî jî nehat ku tenha bi deh santîman milyon û nîvek qazanc kir, kuro serkeçel, te xiyarê xwe 3000m di bin xaka Kurdistanê de biriyî xwarê û hema vê petrolê talan û malan dikî û yek qurûşê te diyar nabe, ma ev çi bazirganî ye oxlim! Hey min di wilo ticaret kirî erê wellah!

Ez bi qesema navê Xwedê kim, hemî mûçexurên Başûrê Kurdistanê pêl qûna Aştî Hawramî kin û bi hemî hêza xwe bitemisînin, ew yek filisî jî ji pereyên petrolê nade wan, ma şeva reş ji êvarê de reşe wîîîî!

 

Kurdistan, 11.11.2015

About The Author