Em Kurdistanî ne bira!

Ahmedê BERAZÎ

ahmedeberazi@yahoo.de

Wê rojê biraderê min Fuad Alîko mesajek da, bi wê mesajê bi xwe de rît û xwelîya heft gundan li serê xwe bikira baştir bû.

Fuad dibêje:  Em bi her tiştê xwe bi biraderê xwe yê kiwalisyona Sûrî re ne. Bi ser û pişt bi zilamê Anes Abdî re ne û ku ji me bê xwestin emê bi wan re şerê PYD jî bikin, ji bo PYD zanibe kî berx e û kî beran e.

Yanî, hema bes ev kursiyê min yê Stenbolê ji min neyê standin, îcar kî Heleb firot kî Edlib bifroşe, kuro kî Rojava gişî bifroşe bes bes nêzîkî kursiyê min nebe. Erê qurban ez Kurdistanî me!

Bi şeş telaqên jin berdanê, nema tê riqa kirin kak Fûad. Ez bûme mihamîyê (parêzer) te, her roj tu belavokekê belav dike. Roja tu tunebe kak Abdil Hekîm teqsîr nake û ger hûn herdu tune bin, Kawa Ezîzî xwe radikşîne û çep û rast davêje. Allahwekîl bûye gêre lo!

Bi wê quranê, mejîyê me çelq û melqo bûye.  Em nema zanin kî Kurdistanî ye û kî ne Kurdistanî ye. Yê ku Êzîdîyekan ji jenosîdê rizgar kirin, yê ku heikûmeta Tirkiyê bi hemi hêza xwe şerê wan dike, yê ku heya niha nêzîkî 8 hezar şehîd dane ji bo ku xakek ducara li Libnanê rizgar bikin, naxwe ew ne Kurdistanî ne. Lê yê ku bi şev û roj bi Tirk û Ereban re şerê xweserîya Rojava dikin, yên ku dawa xwe kirine devê xwe û li Eûrupa derî bi derî digerin ji bo YPG, YPJ û PYD reş bikin, yê ku ji ber şehîdên Rojava ranabin ser xwe û wan şehîd nabînin, yê ku bi bi zik û pişt bi kiwalisyona Erebê Sûrî re ne û şerê birayê xwe dikin, yê ku bi şev û roj fitne û fesadîya Rojava li ber kak Mesûd dikin, ew Kurdistanî ne ne wilo.

Hahooooo haho!

Law ma Kurdistanî bûn ewqasî erzan û rehet e baba?

Lê bi wî xwedayê mezin, yê ku li ser erdê rûmeta gelê Kurd biparêze û sînorên Kurdistanê bi xwîna xwe bineqişînin YPG, HPG û Pêşmerge ne.  Ji bilî van yê din ku qala Kurdistanîbûnê dikin sûterî ne û hewww…

Hewlêr

About The Author