Hûrî dixwestin, li Nûrîyan rast hatin

Azad Koçer

Zinêkarên DAÎŞê gava cîh li wan teng dibe û tirsa mirinê dikeve dilê wan, cil û kincên jinan li xwe dikin da ku ruhê şîrîn rizgar bikin. Zinêkar û dolheramên ku bi çavê heywanan li jinan dinerin û qîmetê pîvazekê bi wan nadin, di rojên teng de xwe dikin jin û çarîya wan didin serê xwe, xwe derman dikin û dikevin şûna hûrîyan.

Dolheramên ku bi navê xwedê, Mihemed û îslamê serê xelkê jêdikin û xewn û xeyalên 72 hûrîyên bihuştê dibînin, rastî „Nûrî“yan tên û ew Nûrî jî helbet pêşmergeyên Kurd in.

Di şerê DAÎŞê de heta niha bi sedan terorîstên DAÎŞê ji bo canê xwe xilas bikin, cil û kinc, kiras û çarçefên jinan li xwe kirine û xwe kirine hûrî.

Hûrî lê çi hûrî!

Yeeeqqqqqqqq, law ma hûrî wilo bêmirês û kirh û ne delal in?

Ez bi serê we kim, hûn wan bavêjin ber gur û kûçikan jî goştê wan naxwin.

Law ne dişibin mirovan, ne dişibin qird û meymûnan..

Îcar hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, wê xwedê û pêxember çawa wan hûrîyên nazik, germik û nermik têxin paxila van zinêkarên gennî û qûnbigû ka hûn nabêjin?

Zaxo

daes

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

daes3

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

daa

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

daes4

About The Author