Pirça rûvê min jî bikirin oxlim!

Hesen Keleş

Dinya bûye berdî berdan wesselam. Kesên dewlemend û perên wan hene, hew zanin bê çi bikin, hew zanin bê perên xwe bidin bi çi.

Di Mazata Herîtage ya bajarê Dallasê de, baqek porê stranbêjê Grûpa Beatles John Lennon bi 36 hezar dolar hat firotin.

Koleksîyonerê Ingilîz Paul Fraser 35 hezar dolar daye baqek porê John Lenon û ew por xistiye nav koleksîyona xwe.

John Lenon di sala 1966an de çûye ser berberekî Alman û porê xwe daye qusandin. Berberê Alman jî ji 1966an ve porê wî li cem xwe veşartî ye heta ku ew por îsal hat firotin.

Ê law ma ev ne guneh e oxlim?

We 36 hezar dolar bidaya feqîr û hejaran ne bixêrtir bû baba?

Ha porê John Lennon, ha rûvê min, ma ferq heye gelî xwendevanan?

Pirç pirç e, ha por, ha rûv..

Law we rûvê min bikirîya minê bi nîvê heq bifrota we allahwekîl.

Ma pirça rûvê min têketa koleksîyonên we ne bixêrtir bû oxlim?

Hem jî bêhna misk û emberê ji pirça rûvê min tê yabo qurban..

London

 

About The Author