800 zarok ji kîrê wî ketine

Hesen Keleş

Her tişt ne nîhandin e. Û her zarok jî bi nîhandinê çênabin. Hinek bi lotikên nav livînê çêdibin, hinek jî tenê bi dilopek avik. Lê bêyî ku jin û mêr hevdu biteqînin û di nav xwêdanê de bimînin..

Sîmon Watson 41 salî ye. Oxlim heta niha bûye bavê zêdeyî 800 zarokî. Helbet zarokên xwe nas nake, lê dîsa jî ew zarok ji kîrê wî ketine, ji avika wî ruh bi wan hatiye.

Sîmon Watson, bi rêya Fisbok, Twîtter û çapemenîyên din ji xwe re misterîyan dibîne û avika xwe difroşe wan. Kesên ku zarokên wan çênabin, yan jî kesên ku mêrê wan nikarin zarokan çêkin û kîrê wan rep nabe, bi rêya kirîna avika Sîmon Watson dibin xwedî zarok û kêfa li ser kêfê dikin.

Sîmon Watson niha kêfa li ser kêfê dike. Bi rêya firotina avika xwe hem peran qezenc dike, hem jî bê zehmetî û bê serêşandin dibe bavê zarokên xelkê..

Li gor texmînên Sîmon Watson, heta niha 800 zarok ji kîrê wî ketine û bavê wan 800 zarokan e. Ne tenê li Brîtanyayê, li seranserê cîhanê û hema bêjin li piranîya welatên cîhanê zarokên wî hene. Hema jina ku li xwe diheyire û dixwaze zarokên wê çêbibin, xwe davêje bextê Sîmon efendî, avika dî dikire û bi rêya doktorekî zikê xwe dinepixîne.

Sîmon efendî serê her firotina avika xwe 50 sterlînî distîne.

Pereyekî xweş û bê zehmetî.

Mêro hem bi xwe xweş tîne hem jî bi pêxweşanîna xwe peran qezenc dike.

Ma ka ji vî karî rehettir û çêtir kar?

Aha xelk wilo peran qezenc dikin ha gelî xwendevanan.

 

London

 

 

About The Author