Aza bûye dara mirada

Hesen Keleş

Xelk diçin hîvê, misilman ketine heyra kîrê xwe. Ê de were kirasê xwe neçirîne û pelûla germ bi serê xwe daneke. Ê xelkê li dû hîv û ezmên in, li dû dîtin û keşifkirina dinyayên nû ne, misilmanên me jî dane dû jina duyem, sêyem, çarem û şeşem. Ji wan re dinya jî, axret jî di serê kîrê wan de ye. Hema kîrê wan têr be, tiştên din çîrok in.

Aza Chaîwala li Brîtanyayê dijî. Li Brîtanyayê zewaca bi du jinan re qedexe ye, li dijî zagonê ye. Lê xwelîserê Aza Chaiwala daye dû qûna zewaca bi du jinan re û ji bo ku ji mêran re jina duyem peyda bike, heta niha du malperên înternetê bi navê secondwife.com û polygamy.com vekirine. Û bi rêya van malperan, quzmirîyê Aza Chaiwala qaşo dixwaze zilaman ji yekjinîyê xelas bike û wek Bavê Teyar wan bike mêrê du jinan. Li gor bawerîya Aza Chaiwala, xwedêgiravî wê jinên bê mêr bi vî awayî ji tenêbûnê azad bibin, wê bibin xwedî mêr û têra xwe xiyar bixwin.

Werhasilî kelam, kesê ku dixwaze bibe mêrê du jinan, bela nesekine û serî li qûnekê Aza Chaiwala bide.

Lê berî go hûn serî li Aza Chaiwala efendî bidin, qenc li wêneyê wî, li fiqr û mikûsê wî binerin û pitşre biryara xwe bidin û hûn sax..

London

About The Author